Ji RAWA'yê li dijî Talîbanê peyama têkoşînê

  • 15:58 15 Tebax 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RAWA'yê bi minasebeta 2'emîn salvegera dagirkirina Talîbanê ya Efganistanê daxuyanî da û got, "Ji bilî yekitî, rêxistinbûn û têkoşînê tu çekek me ya din tune ye. "  
 
Di 2'emîn salvegera dagirkirina Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve, Komeleya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gelê Efganistanê bi dehan salan e îxanet hatiye kirin û bi vegera Talîbanê re careke din 2 sal in ketine nava xewnereşkekê.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Îro dîsa Efganistan bi destên xwînmijên emperyalîzma Amerîka û welatên rojava radestî dûvikên xwe yên cîhadîst hat kirin. Efganistan bûye dojeh û gelê wî bêçare û xemgîn e di cîhanê de. Azadî û demokrasî ji holê hatin rakirin û veguherîn hawirdora tirsnak a birçîbûn, xizanî, bêkarî û aloziyan. Pevçûn gurtir bûn û kêmarên olî û neteweyî bi qestî hatin kuştin û tepisandin. Hatin revandin, îşkence, îtirafên bi zorê, qamçiyan, kevirkirin, cezakirin, sansura li ser çapemeniyê û gelek binpêkirinên mafan hatin destpêkirin. Zexteke nedîtî li ser medyayê heye û piraniya dezgehên ragihandinê hatine girtin û bi biryarnameya herî dawî qada muzîk û hunerî hatiye qedexekirin û kuafor hatine girtin.
 
Zextên l iser jinan zêde bûne
 
Di van du salên dawî de gelek binpêkirin li dijî jinan pêk hatin. Jiyana jinan veguherî tariyê. Desthilatdarî, li ser jinan hat ferzkirin, mafên wan ên perwerdeyê hatin rakirin. Her ku şîdeta nava malbatê zêde bû, mêrên ku ev şîdet kirin, ji sûcên xwe hatin dûrxistin. Li seranserê welêt zewacên zarokan, xwekuştin û kuştinên namûsê zêde bûne. Gef û zextên li ser jinan her ku diçe kûrtir dibin. Dema jinên berxwedêr tên girtin û li girtîgehan rastî tecawiz û îşkenceya zayendî tên, neçar dimînin îtîraf bikin.
 
Berxwedan dê bidome
 
Tevî ku zarokên welatê me êdî dizanin ku dê temenê faşîzm dirêj nebe lê Talîban û hevalbendên wan hê jî pençên xwe yên bi xwîn bi kar tînin. Hêz û kesayetên me yên zana, di serî de jinên me yên pêşeng û dêrîn tevî hemû zextên derûnî jî wê dest ji berxwedana xwe bernedin û li dijî desthilatdariya emperyalîzm û bingehparêziyê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Efganistanê, çi li gund û çiyayên herî dûr, çi li bajar û navendan, êdî zana bûye û xwedî hişmendiya siyasî ye. Tu hêz wê nikaribe gelê me têk bibe.
 
Jin rabûne ser piyan
 
Weke hêzeke kirêt û îstîxbaratî, tu koka Talîbanê di civakê de nîn e. Ev jinên Efganî bûn ku ji rojên ewil ên derketina Talîbanê ve, li ber qamçiyan, heqaret, tehdîd û îşkenceyê, li hemberî Talîbanê, li ber xwe dan û dest bi xwepêşandanên bi heybet û wêrek kirin. Heta dawiyê bêdeng neman, li hemberî girtina kuaforên jinan rondikên xwe veguherandin hêzê, roj bi roj van pêlên nerazîbûn û hêrsa girseyê zêde kirin û dest bi çalakiyan kirin.
 
Ji bilî yekitî, rêxistinbûn û têkoşînê tu çekeke me ya din tune ye
 
Jinên di girtîgehê de; ji xeynî hişyarî, yekitî, rêxistinbûn û têkoşînê tu çekeke me ya din tune ye ku em zincîrên bindest ên xizmetkarên emperyalîzmê û her cure faşîzm û bertekên li dijî jinan bişkînin. Jinên weke Medîne Mahbûbî, Reîna Amirî, Mahbobe Sirac, Fatemê Gîlanî, Fûzîhkofî, Hebîbe Sarabî ji bo afirandina civakek azad û demokratîk têkoşîn mezin kirin. RAWA tenê çareseriyê dizane û tiştê ku Mîna Shahîd me hîn kir ew e; Heta dawiyê şer bikin û şer bikin! Bayê gur ê têkoşîna jinan ji bo Efganistana azad, demokratîk û laîk! Bila jinên şoreşger ên serbilind ên cîhanê ku çavkaniya serbilindî û îlhamê ne, mezin bibin!”