Jin li dijî Talîbanê meşiyan

  • 13:40 15 Tebax 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li paytexta Efganistanê Kabîlê hatin ba hev, destnîşan kirin ku hevpeymana di navbera Emerîka û Talîban de şermek e û bi bîr xistin ku Talîban ev du sal in ji derveyî sefalet û zilmê tiştek din neaniye welat.
 
Li Efganistanê bi boneya duyemîn salvegera ji aliyê Talîbanê ve desteserkirina rêveberiya welat a Efganistanê xwepêşandan berdewam dikin. Jinan li ruxmê hemû zext û zilmê li çar aliyên Efganistanê dengê xwe bilind kirin.
 
Jin li Kabîlê hatin ba hev
 
Jinên ku duh li Kabîlê hatin ba hev, rêveberiya Talîban şermezar kirin. Jinên ku pankarta li ser ‘Azadî’ dinivîsî bilind kirin, bi gotina ‘Ne Emerîka, ne Talîban, desthilatdarî di destê gel de ye’  hevpeymana di navbera Emerîka û Talîbanê de weke şermek mezin bi nav kirin.
 
Bang li jinên cîhanê hat kirin
 
Jinan soza ku wê li dijî faşîzma Talîbanê têkoşînê bidin meşandin dan û bang li jinên cîhanê kirin ku li dijî faşîzim û dagirkeriyê rawestin. Jinan destnîşan kir dû sal derbas bû Talîban dest daniye ser rêveberiya Efganistanê û wiha gotin:
 
“Dû salên bi karesat derbas bû, ji bo gelê Efganistan û bi taybet ji bo jinan du salên tije zilm bû. Du salên ku rondikên çavê xwendekarên jin dibarîn, êşên ku dayikên me kişandî bû. Ev her du sal ji sefalet û zilmê pêvetir tiştekî din neanî.”