Li dijî zextên Talîban jin di berxwedanê de bi biryar in

  • 09:03 14 Tebax 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 2 sal berê Talîban rêveberiya Afganîstanê bi dest xist û di van 2 salan de hewl da hemû qadên jiyanê yên jinan tune bike. Li dijî vê jinên Afgan dest ji berxwedanê bernedan. Piştgiriya herî mezin jî tevgera jinên Kurd dide jinên Afganîstanê.
 
Di 15’ê Tebaxa 2021’e de Talîban rêveberiya Afganîstanê bi dest xist û di ser de 2 sal derbas bû. Talîban ku daxuyaniyên der barê ku mafê zarokên keç û jinan wê biparêzin da û  ev peyam dan cîhanê. Talîban piştî demek kurt polîtîka berovajî kir. Talîban ku bi tûndî, qedexe û zextan berê xwe da gelê Afgan, ewilî jin û zarokên keç hedef girt.
 
Talîban gelek qedexe derxistin, qanûn derxistin. Talîban ji bo rêveberiyê bi dest bixe çi kir?
 
15’ê Tebaxa 2021’ê de rêveberî xist destê xwe û nav 3-4 rojan de pêkanînên li hember jinan xist jiyanê. Di 19’ê Tebaxa 2021’ê de jinên di radyoyên dewletê de pêşkêşvanî dikir ji peywirê girtin û şandin malê wan.
 
25’ê tebaxa 2021’ê de di bin navê parastina jinê de biryara hepskirina jinan a malê da. 
 
26’ê tebaxa 2021’ê de îlan kir ku jin bi tena serê xwe nikarin biçin gerê, di rêwitiyên ji du rojan zêdetir didome de wê mêr ligel wan bin.
 
31’ê Tebaxa 2021’ê de polên ku zarokên kur û keç tevlihev bûn qedexe kir. 
 
6’ê îlona 2021’ê de beriya perwerdehiya bilind, giştînameyek weşand û got li zanîngehên taybet wê xwendekarên jin cilên reş li xwe bikin û rûyê xwe rûpûş bikin.
 
10’ê îlona 2021’ê de qadên sporê qedexe kirin û tevlibûna jinan a musabakayên sporê qedexe kir.
 
12’ê îlona 2021’ê de Talîban perwerdehiya tevlihev qedexe kir. Ji aliyê mêran ve dersdayina ji bo xwendekarên keç, li gorî rêbazên şerîatê dikare bê dayîn.
 
18’ê îlona 2021’ê de wezareta jinan ya destkeftiya girîng a jinan bû ji aliyê Talîban ve hedef hat girtin û li şûnê ‘Wezareta Teşwîqkirina Erdem û Pêşîgirtina Dijahlaqî’ hat avakirin.
 
20’ê îlona 2021’ê di saziyên fermî de ji bo jinan qedexeyên nû anîn, li Kabîlê li şaredariyê talimat hat dayîn ku xebatkarên jin neyên şaredariyê.
 
26’ê îlona 2021’ê de Talîban rektor tayînê zanîngeha Kabîlê kir, rektor xwendekar û mamosteyên jin ji zanîngehê dûr xistin.
 
28’ê Adara 2022’an deTalîban talimat da ku li balafirgeha Afganîstanê jina ku ji malbata wê mêrek li gel wê tunebe wê negirin balafirê.
 
Di 4’ê Gulana 2022’an de Talîban biryara qedexekirina dayîna ehliyetê ya ji bo jinan da.
 
7’ê Gulana 2022’an de Talîban der barê cil û bergên jinan de biryar da û lixwekirina burka ferz kir.
 
13’ê Gulana 2022’an de qedexeyek nû anîn û li restorantê jinek û mêrek bi hev re nikarin biçin xwarinê bixwin.
 
Di 10’ê mijdara 2022’an de ketina park û baxçeyan a ji bo jinan qedexe kir.
 
20’ê Kanûna 2022’an de rêveberiya Talîban nivîs şand ji zanîngehan re got perwerdeya jinan bêdem hatiye qedexekirin.
 
25’ê Kanûna 2022’an de xebata jinan a li saziyên taybet hat qedexekirin.
 
Di 29’ê Çileyê 2023’an de biryar hat girtin xwendekarên keç nekevin ezmûnên zanîngehê.
 
Di 27’ê Sibata 2023’an de ketina ezmûnên fînalê li xwendekarên keç hat qedexekirin.
 
31’ê Adara 2023’an de radyoya dengê jinan ji aliyê Talîban ve hat girtin.
 
18’ê Nîsana 2023’an de dibistanên ku zarokên keç diçûnê hatin girtin.
 
Di 25’ê Nîsana 2023’an de rojnameyên jinan ên biyanî li Afganîstanê hat qedexekirin.
 
5’ê Gulana 2023’an de ji bo kadroyên pispora tipê mêr hatin girtin û serlêdanên jinan nehatin qebûlkirin.
 
3’ê Tîrmeha 2023’an de salonên kuaforê hatin girtin.
 
21’ê Tîrmeha 2023’an de 120 hezar salonên xweşikbûnê hatin girtin û 60 hezar jin betal man.
 
6’ê Tebaxê de zarokên keç di ser pola 3’yemîn re şandin malê. 
 
Rapora rêxistina efûyê ya navneteweyî:
 
Pêkanînên Talîban ên der barê jin û zarokan de bandor li ser raporên saziyên navneteweyî jî kir. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora weşan de wiha got: “Ji tebaxa 2021’ê heta niha gelek mafên jinan û zarokên keç hatine tunekirin. Gelek jin ji ber binpêkirinên mafan hatine binçavkirin û zarok di temenê biçûk de tên zewicandin.”
 
Jinên Afgan li berxwe didin
 
Ji 15’ê Tebaxa 2021’ê heta niha jinên Afgan li dijî Talîban bê navber têkoşîna xwe dimeşînin. Tevî êrîş û îşkenceyên Talîban jin di berxwedana xwe de bi israr in. 
 
Di nava van du salan de ji bo jinên Afganîstanê piştgirî ji her alî hatin û ya piştgiriya herî mezin jinên Kurd û tevgera jinên kurd dan jinên Afgan. Bi çalakiyên pêk anîn bal kişandin ser rewşa jinên Afgan û herî dawî jî kampanya dan destpêkirin. Komelên Jinên Kurdistan (KJK) bi dirûşma ‘Li dijî êrîşên mêrên hegemon em li cem jinên Şengalî û Afganî ne’ kampanya dan destpêkirin û banga bilindkirina têkoşînê kirin.