Li Swîsreyê aktîvîstên avhewayê sînor şermezar kirin

  • 15:05 13 Tebax 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên avhewayê ku li Basêlê kon vedane, heta sînorê Elmanya û Fransayê meşiyan û pêkanînên nîjadperest şermezar kirin.
 
Aktîvîstên avhewayê (No Borders Klimacamp) ku ji 3'ê Tebaxê ve li bajarê Basel ê Swîsreyê kon vedane û çalakiyên curbicur li dar dixin, heta sînorê Elmanya û Fransayê meşiyan.
 
Li herêma Keserne ya Baselê aktivîstên avhewa bi daxwaza vekirina sînoran ji bo koçberan, edaleta avhewayê heta sînorê Elmanya-Swîsre meşiyan. Koçberên di kampê de ji bo vegerê tên ragirtin jî piştgirî dan xwepêşandêran. Xwepêşandêran li ber kampa penaberan a 50. a Baselê ku li kêleka sînor e, çalakiya rûniştinê li dar xistin û koçberên li kampa vegerandinê hatin girtin jî bi dirûşman piştgirî dan wan.
 
Çalakgerên ku li Herêma Keserne ya Baselê li hev civiyan li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber sînoran gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya ku bi gelek zimanan hat xwendin de hat destnîşankirin ku pergala koçberiyê ya Swîsreyê her diçe dijwartir dibe û wiha hat gotin, “Em dixwazin balê bikişînin ser polîtîkaya penaberiyê ya Swîsreyê ya li dijî mirovahiyê. Em naxwazin mirovên ji ber sedemên cuda ji welatên xwe reviyane, bi gefa jiyanî û şîdeta psîkolojîk û fîzîkî re rû bi rû bimînin."
 
'Bi milyonan dolaran xerc dikin'
 
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Ewropa ji bo pêşîgirtina li koçberan bi milyonan dolar ji bo girtina sînor xerc kiriye hate gotin ku rêyê derbasbûnê yên bi ewle nemane. 
 
Hate destnîşankirin ku divê Swîsrê hemû serlêdanên penaberiyê bipejirîne û ev tişt hate gotin, “Ji bo me, ev eşkere ye: rastiya ku kesek ji bo hatina Swîsreyê hemî astengî derbas kiriye û di vê pêvajoyê de jiyana xwe xistiye xeterê, divê ji bo parastinê bes be.”
 
Ber bi sînorên Elmanyayê ve meşiyan
 
Aktîvîstên avhewayê yên ku piştî axaftinan dest bi meşê kirin, li ser tramwayê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Xwepêşandêrên ku xwe li erdê dirêj kirin, piştî demekê li erdê sekinîn, dîsa bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Li ber kampa penaberan a "Hejmar 50" ya li ser sînorê Elmanya-Swîsreyê çalakiya rûniştinê ya duyemîn hat lidarxistin. Çalakgerên ku li dijî keştiyên bermahiyên fosîlan hatin binçavkirin, di avahiyê de bêyî navber dirûşme berz kirin. Li vir gelek çalakiyên curbicur pêk hatin û penaberên Kurd jî piştgirî dan. Çalakger piştre ber bi sînorên Elmanyayê ve meşiyan.