Li Îranê Sonia Sahrifi hat revandin

  • 12:19 11 Tebax 2023
  • Cîhan
 
WAN - Sonia Sahrifi ya hatibû revandin û îşkence lê hatibû kirin ji hêzên hukemetê ve hat revandin. 
 
Zextên li ser kesên piştgiriyê didin serhildana "Jin jiyan azadî" ya piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir,  dewam dike. Li gor agahiyên jêderkên herêmî zaroka 17 salî ya bi navê Sonia Sahrifi ji aliyê hêzên hukumetê ve hat revandin. 
 
Hatibû girtin û îşkence lê hatibû kirin
 
Hat diyarkirin ku Sonia ya mehek berê hat revandin bi tundî û îşkenceya zayendî rû bi rû maye û di bedena wê de birîn çêbûne. Hat zanîn Sonia ya xwendekareke Abdananî ye piştî kefareta wê ji aliyê malbata wê ve hatiye dayin şûnde ji girtîgeha navendî hatiye berdan û li nexweşxaneyê tedawiyê dibîne.