Mêrê destdirêjî li hezar û 623 zarokan kiriye, tê darizandin

  • 12:40 1 Tebax 2023
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NUÇEYAN - Li Awistralyayê kesek ku li ser zarokên keç destdirêjî kiriye û dîmenê wan parve kiriye wê di vê mehê de bê darizandin. Behsa bûyerên li ser hezar û 623 zarokan tê kirin ku bi sedan ji wan hatine tecawizkirin.
 
Li çar aliyê cîhanê bûyerên tundûtujî, destdirêjî û tundiya nav malê wek sucekî li dijî mirovahiyê ji rojeva me dernakeve mixabin. Cureyek vê hovîtiyê bê guman fuhuş û bazara li ser bedena jin û zarokan e.
 
Li gor nûçeya ROJNEWS'ê li Awistralya herî dawî amadekariyê dozeke giran tê kirin. Hate hînbûn ku li welêt mêrekî ku tê gotin bi xirabî nêzî hezar û 623 zarokên keç bûye, wê bê dadgehkirin. Mêrê ku navê wî nehatiye eşkerekirin bi salan bû wek xebatkarek bi ezmûn di kreşên zarokan ên li Awistralya de kar kiriye.
 
Tê payîn ku doz 21’ê Tebaxê li bajarê Brîsbanê bê destpêkirin.
 
Hovîtiya belgekirî
 
Mêrê behsa wî tê kirin di navbera sala 2007-2022 destdirêjî li gelek zarokên biçûk kiriye û beşek ji wana bi kamera dest qeyd kiriye.
 
Li gora ragihandina navnetewî Polîsên Federal ên Awistralya tespît kiriye ku li hezar û 623 zarokan nêzîkatiya xirab nîşan daye û destdirêjî di 136 bûyeran de jî derketiye holê. Qurbanên tecawiza vî kesî bi 110 bûyeran ji jêrî zarokên bi temenê 10 salî bûne.
 
Polîsên welêt bi daxuyaniyekê ragihandin ku êrişkar 45 salî ye, li bajarê Brîsna, Sîdney û li derveyî welêt jî zarok kirine hedef.
 
Li gora ragihandina navnetewî ji Cîgira Komîserê Polîsê Federal ê Awistralya Justine Gough eşkere kir ku ew kesê behsa wî tê kirin ji herêma Gold Coast e û ji 1’ê Tebaxa sala 2022'yan ve girtiye. Piştî hatiye girtin, lêpirsîna ser wî hatiye kûrkirin û di encama wê de dîmenên 4 hezar bûyerên hovane ku muameleyên li ser zarokên biçûk tê de hene, wek delîl hatine binçavkirin.
 
Lîsteya sûc hat eşkerekirin
 
Polîsên Federal ên welêt lîsteya sûcên ji milê vî kesî ve hatiye kirin jî wiha eşkere kir;
 
Li parêzgeha Quênsland; 136 bûyerên destdirêjiyê, 604 bûyerên nêzîkatiyên der exlaqî nêzî zarokan, 613 bûyerên amadekirina amûrên bê exlaqiya li zarokan, 7 bûyerên materyalên destê xwe de afirandine.
 
Li Parêzgeha New South Wales; 110 bûyerên destdirêjiyê, 1 bûyerê amadekirina amûrên bê exlaqiya li zarokan, 69 bûyerên bê exlaq nêzbûna li zarokan.
 
Li gora Polîsên welêt piranî zarokên mexdûr bûne hatine tespîtkirin û li qada navnetewî jî ji bo zarokên li derveyî welêt bêne tespîtkirin kar û xebatên wan didome.