Rojnamevanên li Îranê tên darizandin: Em dengê gel in

  • 12:41 27 Tîrmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nilufer Hamedî û Elaha Mohammedî ku li Îranê tên darizandin di parastina xwe de diyar kirin ku ew dengê gel in û sûcdariyên derbarê xwe de red kirin.
 
Der barê rojnamevan Nîlûfer Hemedî a ku yekem car bû ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nûçeya Jîna Mahsa Emînî a di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve hate qetilkirin û Elaha Mihemedî di merasîma cenazeyê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” giştî cîhanê ragihandibû doz vebû, di 25-26'ê Tîrmehê de li Şaxa 15'an a Dadgeha Şoreşê hate dîtin. Tê payîn ku danişîna ku hat dîtin wê danişîna biryarê be.
 
Di doza ku yekemîn rûniştina wê di 29'ê Gulanê de hat dîtin de, rojnamevan bi îdiaya "hevkariya bi dezgehên îstîxbarata biyanî re û propagandaya dijî Îranê" tên darizandin.
 
'Me hewl da ku tiştên gel dijî  vebêjin'
 
Li gorî nûçeya di NuJINHA'yê de hat weşandin hat diyrkirin ku Elaha Mihemedî a ku yek ji wan rojnamevanan e di dadgehê de tawanên li ser wan dihatin kirin qebûl nekiriye. Elahayê di parastina xwe de diyar dike ku ew 15 sal in karê rojnamevaniyê dike û di tevahiya karê xwe de hewl daye ku tiştê ku  gel jiyaye vebêje. Elahayê anî ziman ku dadgeh li şûna girtina rojnamevanan divê guh bide rojnamevanan û wiha dibêje: “Ez dikarim bi serbilindî bibêjim ku tu carî têkiliya min bi hikûmetên biyanî re nebûye û ji ber ku ez xwe wekî dengê gel dibînim, dilsoziya min bi gel re ye.”
 
Hevjînê Elaha Mihemedî, Seîd Parsayî, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir ku ew li bendê ne di nav çend rojan de biryarek der barê rojnamevanan de bê dayîn.
 
Rojnamevanên li girtîgehên Karçak û Ramînê dimînin di 1'ê Gulanê de sewqî Girtîgeha Evînê hatin kirin. Zêdetirî 100 rojnamevan û zêdetir ji 20 hezar hemwelatiyên çalak di dema serhildanên Îranê de hatine girtin.