Li Afgansitanê eywanên xweşikiyê hatin girtin

  • 13:53 25 Tîrmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganistinê yek meha dema ku Talîban ji bo girtina eywanên xweşikiyê dabû temam bû, 12 hezar cihên kar hatin girtin. Tê texmînkirin ku 60 hezar jin bê kar mane.
 
Talîban ji sala 2021’ê ve dest daniye ser rêveberiya Afganistanê, pêkanînên xwe yên ku azadiya jinan binpê dike berdewam dike, herî dawî girtina eywanên xweşikiyê lê zêde kir. 
 
Dema yek meha ku Talîban ji bo girtina salonên ciwankariyê dayî temam bû, eywanên xweşikiyê hate girtin. Tê zanîn ku hejmara firoşgehên ku hatine girtin 12 hezer e, tê texmînkirin ku 60 hezar zêdetir jin bê kar mane.
 
Talîban berê jî  şandina zarokên keç a dibistana seretayî qedexe kir her wiha mamostayên jin û personel çûyîna wan a dibistanan hate qedexekirin. Xwendekarên jin ên ku diçin zanîngehê, ji aliyê erkdarên Taliban ve hatin zivirandin, hîcab û cilên girtî ferz kirin. Li cihên giştî yên weke park, cihên keyfxweşiyê û ketina eywanên xweşikiyê, karkirina di saziyên civaka sivîl de, lîstina di sinema û dramayan de  li jinan hate qedexekirin.