Jina tevli çalakiyên ‘Jin jiyan azadî’ bû hat girtin

  • 21:54 28 Hezîran 2023
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Armîta Paver ya piştî qetilkirina Jîna Emînî tevli çalakiyên ‘Jin jiyan azadî’ bû, bi hinceta ‘namzeya lêberîn û poşmaniyê nenivîsiye’ îro dîsa hat girtin.
 
Aktîvîst xwendekar Armîta Paver ya li Îranê tevli çalakiyên ‘Jin jiyan azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî pêk hatin bû, cara duyemîn li Tebrîzê hat girtin û nayê zanîn ku Armîta birine ku derê.
 
Armîta di 9’ê mijdara 2022’an de bi hinceta ‘tevli protestoyên li dijî hikûmetê bûye’ hatibû girtin û piştre bi kefaletek mezin hatibû berdan. Armîta îro bi hinceta ‘namzeya poşmanî û lêborînê’ nenivîsiye hat girtin.