NY: Divê êrişên li dijî parêzeran bi dawî bibin

  • 12:31 26 Hezîran 2023
  • Cîhan
 
CINEV - Raportora Taybet a NY’yê Margaret Satterthwaite da zanîn ku êrişên li dijî parêzeran zêde dibin û banga bidawîkirina vê rewşê kir. 
 
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) Margaret Satterthwaite di 53’yemîn rûniştina Konseya Mafên Mirovan de axivî û bal kişand ser serbixwebûna darazê û gefên kûrewî. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Margaret, da zanîn ku serbixwebûna dadger û parêzeran di mijara parastina mafên mirovan de rolekî girîng dilîzin. Satterthwaite, destnîşan kir ku serbixwebûna darazê, bingeha mafên mirovan e û got ku gef, girtin, cezayên hefsê û xetereya mirinê ya li ser parêzeran roj bi roj zêdetir dibe. 
 
'Divê êrişên li dijî parêzeran bi dawî bibin'
 
Bi domdarî Margaret bi lêv kir divê hikûmet rê li ber rola parastina mafên mirovan a parêzeran negirin û wiha pê de çû: “Hedefgirtina parêzeran ne tenê mafên şexsî, di heman demê de xetereyê li ser mafê darizandina adilane jî çêdike. Divê êrişên li dijî parêzeran bi dawî bibin. Em amade ne ku di vê mijarê de hevkariyê bi dewletên endam re bikin. Di heman demê de ji bo mewzûat û sepanan li gorî mafên mirovan amade bikin, em dixwazin bi dewletên endam re guftûgoyê bikin.” 
 
Herî dawî jî Satterthwaite destnîşan kir ku armanca wan ew e ku ji bo bihêzkirina serbixwebûna dadger û parêzeran û edaletê, li seranserî cîhanê biçin serdana welatan.