Li Afganistanê Talîban hat şermezarkirin

  • 14:15 20 Hezîran 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganistanê jinan Taliban protesto kirin û bi dimenê ku parvekirin de bang li cîhanê kirin û gotin: “Divê cîhan piştgiriya Talîbanê neke û ji bo berjewendiyê xwe bi karneyne.”
 
Li Afganistanê komek jin di 19’ê hezîranê de li cihek girtî kombûn û Talîban şermezar kirin. Jinên ku dimenek kêşan û parvekirin û diyarkirin ku di van dû salên dawî de gelê Afganistanê ji aliyê Talîban ve rehîne tên girtin û hemû mafên zagonên ên jinan tên xesp kirin. 
 
Jinan di dimen de destnîşan kir ku divê di bingehê mafê mironan de Konseya mafê mirovan ya Netewên Yekgirtî (NY) li piştgiriya jinên Afganistanê bike. Hinek saziyên navnetewî terora talîban ji nedîtî ve tên û ji bo berjewendiyên xwe bi kartînin û gotin: “Divê cîhan piştgiriya rêxistina terorê ya Talîban neke û ji bo berjewendiyê xwe bi karneyne.”