Li Îranê 10 xwendekar hatin revandin

  • 15:41 17 Hezîran 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 10 xwendekarên ku di 14’ê Hezîranê de dema li dijî ferzkirina hîcab û pêçeyê protesto kirin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin, li kampusa zanîngehê ji aliyê kesên’ bi unîforma hatin revandin. Cihê xwendekaran nayê zanîn.
 
li Îranê 10 xwendekarên ku li dijî ferzkirina hîcab û pêçeyê li ser xwendekarên keç beşdarî xwepêşandanên  bûn, ji aliyê hêzên Întizamî ve hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar. Rejîma Îslamî ya Îranê ji berê zêdetir dest bi sepandina hîcab û peçeya mecbûrî kiriye.
 
Xwendekarên Zanîngeha Hunerên Bedew a Tehranê, êvara 14’ê Hezîranê ji bo şermezarkirina ferzkirina hîcab û pêçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di sibeha 16'ê Hezîranê de xwendekarên ku rastî êrîşa hêzên 'ewlekariyê' ya zanîngehê hatin, rastî derbên giran hatin û neçar man ku çalakiya xwe bi dawî bikin. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin îro danê sibê 10 xwendekar li baxçeyê kampusa zanîngehê ji aliyê kesên unîforma ve hatin binçavkirin û bi mînîbuseke bê plaqe birin cihekî nediyar. Her wiha tê gotin ku hêzên taybet ên Îranê li ber zanîngehê hatine bicihkirin.
 
Li gorî rapora Meclîsa Sendîkaya Xwendekarên Îranê, xwendekar ji saetên destpêkê yên çalakiya rûniştinê ji aliyê hêzên ewlekariya zanîngehê ve rastî gefan hatin. Lê xwendekaran çalakiya xwe berdewam kirin. Di rapora Meclisa Yekîtiya Xwendekaran de wiha hat gotin: "Ava zanîngehê qut bû û destûr nehat dayîn ku xwendekarên din av û xwarinê ji xwendekarên xwepêşander re bînin, destûr nedan ku Xwendekarên çalakvan tuwaletê jî bikar bînin." Hat diyarkirin ku di koma ku mudaxeleyî xwendekaran kiriye de gelek hêzên bi unîforma jî hene.