Talîbanê 29 jinên din revandin

  • 13:17 13 Sibat 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Kabîlê aktîvîstên mafên jinan Marjan Amirî, Medîne Darwazî û Nayreh Kouhestani jî di nav de 40 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji kesên ji aliyê Talîbanê ve hatin binçavkirin 29 jê jin in.
 
Talîbana ku di Tebaxa 2021’ê de li Afganistanê desthilatdarî bi dest xist, jinên ku ji qadên xwe yên jiyanê hatine dûrxistin, lê tevî hemû zext û gefan têkoşîna mafên xwe didomînin dike hedef. N.A.ya ku xwe gihandiye Ajansa Mezopotamyayê (MA) û ji ber ewlehiyê navê xwe neda, got ku wan karîbû piştrast bikin ku Talîbanê Mercan Amirî, Nayreh Kouhestani û Medîne Dervazî revandine û ji roja Înê û vir ve tu agahî ji 26 jinên ku tê texmînkirin hatine revandin tune ye. N.A. da zanîn ku jin di malên ewle de mane û got, ji 35 jinên ku heta niha hatine revandin, tenê xebatkara BBC'yê  Parvaneh Îbrahîm Xelîl serbest berdane û ji jinên din ên di dîrokên cuda de hatine revandin, tu agahî nayê girtin.
 
Ferzkirina îtîrafê
 
Çavkaniyeke cuda ku vê dawiyê gihîştiye MA'yê jî, got ku Talîban telefonî bavê yek ji jinên revandî kiriye û ji wan re gotiye ku eger cihê jinên din bibêjin dê keça wan were berdan.
 
Di destpêka meha Sibatê de Zehra Mihemedî hat revandin û ji wir xwe bigihîne Wehîde Amirî û got ku Talîban jî li Wehîde digere û divê xwe veşêre.
 
Bangewaziyên jinên çalak ên Afganî ku ji saziyên navneteweyî re û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de ye re jî kirin  heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.