Jinên kurd ji bo jinên efgan banga azadiyê kirin

  • 11:55 7 Sibat 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên efgan, kurd û fars li Stockholmê bertek nîşanî zext û zordestiya rejîma Talîbanê dan û banga azadiyê kirin. 
 
Li paytexta Swêdê ya bi navê Stockholmê, li dijî kiryarên rejîma Talîbanê ku bi taybetî zext û zordariyeke giran li jinan dike, çalakiyek hate lidarxistin.
 
Çalakiya ku jinên Efgan pêşengî jê re kirin, li qada Sergels Torgetê doh piştî nîvro dest pê kir û saetekê dewam kir. Jinên kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî bi alayên xwe beşdarî çalakiyê bûn û hevxemî û piştgiriya xwe ya bi jinên efganî re nîşan dan ku ji bo azadiyê têdikoşin.
 
Di çalakiyê de ku gelek jinên ji neteweyên kurd, fars, efgan  û swêdî lê amade bûn dirûşmên "Talîbanê nas nekin", "Ji girtin û kuştina jinan re bêdeng nemîne" hatin berzkirin.
 
Çalakgeran bang li welatên rojavayî kirin ku xaliyên sor li bin lingê Talîbanê ranexin, wan weke pêşengên civakê û mirovên pak pêşwazî nekin û bi ti awayî desthilatdariya wan rewa nebînin.
 
Çalakgeran destnîşan kirin ku pejirandina Talîbanê xeteriya herî mezin a ji bo civakê û bi taybetî jî li dijî mafên jinan e.
 
Ji çalakgeran rojnamevana efgan Înnet Walemî diyar kir ku armanca wan ji çalakiyê ew e ku piştgiriyê bidin jinên efgan ên di bin zext û zilma Talîbanê de li ber xwe didin.
 
Înnet Walemî ragihand ku wê çalakiyên xwe heta 8'ê Adarê dewam bikin û diyar kir ku ew dengê jinên efgan ên di bin zordariya Talîbanê de ne bigihînin tevahiya cîhanê, wê bibin pirek ji bo wan jinan.
 
Her wiha kêfxweşiya xwe anî ziman ku jinên kurd û fars jî bi wan re heman daxwazê dikin û got, "Mijara jinan ne tenê li Efganistanê pirsgirêk e, pirsgirêka tevahiya cîhanê ye. Em banga wekhevî û azadiyê ji bo tevahiya jinan dikin."
 
Ji çalakgeran Selma Şerîfî jî bi bîr xist ku ew jinên ji neteweyên cuda li hev kom bûne û got, "Em ji bo wan jinan li hev kom bûne ku bi dirûşma 'Kar, nan, azadî' daketibûn qadan, lê belê hatine destgîrkirin. Mixabin li rex bêdengiya cîhanê û dezgehên mafên mirovan, waye me dibînin ku xaliyê sor ji wan qatil û kujer û hovan radixînin û wan pêşwazî dikin. Em dizanin ku tu hêz li pişt me nîne, lê lazim e bi her awayî em dengê xwe bilind bikin. Em ku îro li derveyî welat in, lazim e em bi her awayî dengê xwe bilind bikin, ji bo tevayî jinên azadîxwaz û her wiha tevayî ew mirovên ku dibêjin em layengirên azadîxwaziyê ne. Lazim e deng derbixin û bi her awayî jin li jinan xwedî derkevin."
 
Çalakger Mîna Refîq jî destnîşan kir ku ew jin divê bi destê xwe azadiya xwe û welatê xwe bi dest bixin û got, "Daxwaza me ya sereke ji bo civata navneteweyî ew e ku wan komên terorîst ên Talîban nas nekin û qedera welatê me nexin destê wan. Ji ber ku kiryarên wan û daxwazên wan û têgeha ku li ser dimeşin diyare. Bi fermiyet naskirina Talîbanê, pejirandina qirkirin û kuştina jinan e."
 
Li rex rêxistinên azadîxwazên Efxanî, jinên kurd jî (endamên KJAR) bi alayên xwe bi awayeke sembolîk beşdar bûn. Yek ji wan jî jina çalakger a kurd Şanaz Eliyasî a ji Rojhilatê Kurdistanê ye ji kamêrayên me re wiha axivî; "Em îro weke jinên kurd ji bo piştgirî û destekdayîna jinên efgan hatine gel hev. Ji bo ew jinên ku gelek caran ketine bin zilm û zora zextên Talîbanê û hewildana ji bo rizgariya xwe dikin. Li rex vêya ji mixabin hin welatan ferşa sor ji wan re rayêxistine û weke ku mirovên rewşenbîr û pêşketî bin wan pêşwazî dikin. Em wek jinên Rojhilatê Kurdistanê KJAR bi her awayî piştgîrî û hevxemî û hevderdiya xwe ya bi tevayî jinên ku têkoşîna azadiyê didin bi taybet bi jinên Efganî re dubare dikin û her tim li rex wan bin ji bo azadiya jinan."
 
Çalakgeran destnîşan kirin ku ji bo azadî û jiyana xwe, ew ê bi her awayî li dijî Talîbanê rawestin û têbikoşin.