Mona Hayderî ya şandin Îranê hat kuştin

  • 13:28 6 Sibat 2022
  • Cîhan
 
ENQERE - Mona Hayderi ya ji bo ji tundiyê xelas bibe hat Tirkiyeyê piştî ku teslîmî Îranê hat kirin şûnde hat qetilkirin. 
 
Li bajarê Ahvaz ê parêzgeha Hûzistanê ya Îranê, jina navê Mona Hayderî ya 17 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirin, bûyer duh saet di 15.00'an de pêk hatiye. Piştî agahdarkirinê polis û tîmên tenduristiyê hatine cihê bûyerê, beşeke parçeyên laşê jina kuştî li mala kujer û beşek parçeyan jî li kuçeyê berhev kirin. 
 
Hat hînbûn ku piştî bûyerê kujer bi amûra ku pê Mona Hayderî kuştiye derketiye Qada Kasaî Xasyar û qîr kiriye ku "namûsa xwe paqiş kiriye" û demekê li qadê geriyaye. 
 
Hat diyarkirin ku Mona Hayderî dema ku 12 salî bûye bi pismamê xwe re hatiye zewicandin û zarokekê wê yê 3 salî heye. 
 
Hat hînbûn ku Mona Haydarî, ji bo ji tundiya ku lê hatiye kirin xelas bibe beriya demekê reviyaye Tirkiyeyê, lê piştre ji aliyê kujer ve hatiye dîtin û careke din li Îranê hatiye vegerandin. Piştî ku wê birine Îranê hevjînê wê yê kujer û birayê xwe Mona Haydarî kuştine û ji aliyê polisan ve hatine binçavkirin. 
 
Li gorî Destûra Bingehîn a Îranê, jinên ku bi vî rengî tên kuştin heke bavê wan nebine sûcdar faîl nayê cezakirin. 
 
Li Îranê, li dijî kuştinên jinan ku di bin navê "namûsê" de tên kirin demeke dirêj e Koalîsyona Dijî Tundiyê (ICAWI) kampanya dimeşîne.