Li dijî testa bi zorê ya keçaniyê jinan kampanya dan destpêkirin

  • 15:21 14 Kanûn 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Îranê li dijî testa bi zorê ya keçanî kampanya dan destpêkirin ji niha ve 25 hezar îmze kom kirin. 
 
Ji aliyê aktîvîstên mafên jinan ên Îranê ve li dijî testa keçaniyê kampanyayek hat destpêkirin. Di demeke kin de 25 hezar kesan îmze kirine û tevli kampanyaya ku li ser onlîne hat destpêkirin bûn. 
 
Li Îranê jinên ku dixwazin testa keçaniyê ya beriya zewacê ferz e bê rakirin, bang li Serokatiya Meclisa Îranê kirin û gotin:"Em dixwazin testa keçaniyê bê rakirin" û ragihandin ku wan dest bi kampanyayê kirine. Aktîvîstên jin ên Îranê dixwazin qanûna ku beriya zewacê testê ferz dike bê rakirin.