Li Moskowayê agir bi balefirê ket: 41 kes mirin

  • 09:50 6 Gulan 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye, balefireke ku li hewayê pêt pê ketî, neçar ma ku bi lezgînî dakeve û herî kêm 41 kes mirin.
 
Li Moskowayê ya ku paytexta Rûsyayê ye balefireke şîrketa Aeroflotê, piştî bi hewa ketî pêt pê girt û neçar ma ku bi lezgîn dakeve.
 
Hate ragihandin ku di daketina lezgîn de herî kêm 41 kes mirine.
 
Balafira bi modelê Soukhoi Superjet-100, ji bo ku biçe bajarê Moûrmansk ê li bakurê Rûsyayê bi hewa ketibû û piştî demek kurt, agir pê ket û neçar ma ku bi awayekî lezgînî û bê keys dakeve. Li aliyê din, di dîmenên li ser tevna civakî hatî parvekirin de tê dîtin ku agir bi dûvê balefirê ketiye.