Yekemîn seroka jin a sendîkayê ya cîhanê: Paula Thiede

  • 09:13 27 Nîsan 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Paula Thîede ku yekem seroka jin a sendîkayê ya cîhanê ye, 100 sal berê jiyana xwe da ser têkoşîna kedê, heqdestê wekhev û hêza kar a 9 saetan.
 
Paula Thîede li Berlîn a Elmanyayê di 6’ê Çileyê 1870’ê de hat dinê.  Paula zaroka malbatek kedkar alî herêma Kreuzberg Mehrîngplatz rudiniş. Paula di 14 salî de dest bi xebatê kir û endustiriya çapxana Berlînê bandorek mezin li ser jiyana Paula kir.  Paula ji derveyê saetên kar, xwedî azadiyên civakî û heqdestê wê zêdetir bû. Peywira wê kaxizên mezin dixist maşîneyên çapê. Piştî demekê li Graefekîez xanî digire û di 19 salî de bi Rudolf Fehlberg re  ku ligel wê dixebitî, re zewicî. Paula bi zaroka xwe ya duyem ducanî bû. Hevjînê wê ji ber madeyên toksît yên çapxanê jiyana xwe ji dest da. Paula piştî hevjînê xwe, heta welîdînê dîsa xebitî. Paula ku di nav xizaniyê de jiya, bebeka wê 4 mehan jiya. Paula ji bo li zaroka xwe ya ewil binêre, dîsa vegeriya karê çapxanê.  Wê demê greva herî mezin pêk dihat.
 
Ji cotmeha 1891’ê şûnde çapxane ji bo roja kar a 9 saetan ketibûn grevê. Di 14’ê Kanûnê de jî hejmara tevlîbûna grevê derket 12 hezarî.  Grev di 1892’an de bi têkçûnê bidawî bû. 
Li aliyê din di 1890’an de di meha adarê de ‘Di bin siya dawî ya Qanûna sosyalîst’ de nêzî 450 jin di yekitiyek jinan de xwe rêxistin kirin. Lê piştî grevê têk çibû.  Komeleya Karkerê Berlînê  ji bo Paula bû destpêkek nû. Wê demê 22 salî bû.  Ji bo rewşa kesên wek xwe baş bike tevlî têkoşînê bû.
 
Paula bi biryar bu ku komeleyê ji nûve ava bike. Rêvebertiya sendîkayekê wê demê pir zehmet bû. Paula piştî kar bi şevan rudinişt bi nivîsa xwe vexwendînameyên civînan, bang û îlan amade dikir. Di 4’ê Adara 1892’an de ji bo endamtiya rêveberiyê hat hilbijartin, du sal şûnde jî bû seroka karkerên jin a alîkar ya Berlînê. Di grevên mezin yên piştî 1896’an şûnde karkeran rêveberî guhert. Bi vî awayî di çapxaneyê de serkeftin pêk hatibû, êdî saeta kar a rojê 9 saet bû.
 
Ji bo jinan heqdestê asgarî ket jiyanê
 
Di 1898’an de Komeleya Karkerên Çapxanê ya Elman hat avakirin û Paula bû seroka komeleyê. Yekem car jinek bibû seroka komeleyê. Lê di 1900’an de Paula ji ber hincetên cuda veqetya û hejmara endamtiyê kêm ma û hinek şax belav bûn.  Ji ber Paula dîsa vegeriya serokatiyê. Piştî salên din hejmara endaman gihişt 17 hezarî. Ji bo jinên karkerên jin yên çapxanê pêkanîna heqdestê asgarî ket jiyanê.
 
Di sala 1906’an de ji bo hemû karkeran pêşniyara TÎS’ê hat kirin.  Êdî şertên xebatê û heqdest wê di asta neteweyî de bihata diyarkirin. Ji bo Paula, Konferansên Jinan yên Sosyalîst Navneteweyî ya 1910’an a Kopenhang û ya Stuttgart a 1907’an  gelek girîng bû. Li Kopenhangê tê de Paula û Clara Zetkîn jî heye, bi pêşengiya delegasyonekê de daxwazên wekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û mafê hilbijartinê ji bo jinan hat qebûlkirin. Di kovara jinan ‘Piştevanî’ ya karkerên çapxanê de nivîsên der barê mafê hilbijartinê de hatin weşandin. Paula wiha têde dinivîsî: ‘Mafê me yên mirovan bidin me, mafê mey ê dengan bidin me’.
 
Paula di şeva 2’ê Adarê bi 3’ê Adarê ya 1919’an de jiyana xwe ji dest da.  Mirina Paula xemgîniyek mezin afirand. Bi merasîmeke mezin a cenazê Paula di 8’ê Adarê de li Goristana Sosyalîstan hat definkirin.