6 aktivîstên Elman ketin greva birçîbûnê

  • 15:29 12 Nîsan 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Berlînê 6 aktivîstên Elman ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe û balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dest bi greva birçîbûnê ya 72 saetan kirin.
 
Li Berlînê 6 aktivîsên Elman ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê û li gelek deverên cîhanê vê sibehê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Çalakiya bi dirûşma ''Leyla-Têkoşîna di dilê me de ye'' hate organîzekirin û li qada 'Heînrîchplatzê'' ya navçeya Kreûzberg a Berlînê bi daxuyaniyeke çapameniyê dest pê kir. Li meydanê konek hate vedan û greva birçîbûnê ya ji bi 72 seatan dest pê kir.
 
Aktivistan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û wiha gotin: ''Heke tecrîd rabe û pêvajoya diyalogê dest pê bike, bi ya me ev ê bi rengekî pozîtîf bandora xwe li ser gelên Rojhilata Navîn nîşan bide.''  Aktîvîstan gotin rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê krîtîk e, daxwazên Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê meşrû ne û bal kişandin ser helwesta medyaya  Elman û Hikûmeta Federal ya li bara tecrîdê û grevên birçîbûnê
 
Aktivîstan wiha dirêjî dan axaftina xwe : "'Çapemeniya Elman bêdeng e, Hikûmeta Federal jî ji bo ku peyama penaberan û ya çekan a bi Tirkiyê re zirarê nebîne naxwaze vê berxwedanê bibîne. Divê medyaya Elman dawî li vê bêdengiyê bîne û hikûmet demildest tevbigere. Divê dewleta Elman zexta li ser tevgera azadiya Kurdan bi dawî bike û bang li hemû dilxwazên demokrasî û azadiyê kirin ku piştevaniyê bikin."
 
Di çarçoweya organîzasyona Komîteya Berxwedanê ya Berlînê de, di roja şemî û yekşemê de seat 16.00'an ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdê wê çalakiyên curbecur bên kirin.