Zehra Dogan: Ez li pişt deriyên hesin bûm lê azad bûm

  • 09:01 1 Nîsan 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger-Wênesaz Zehra Dogan ku ji The Independest re axivî, wiha got: “Ez li pişt deriyên hesin bûm, lê azad bûm. Dewletê ez di alî fîzîkî de girtibim jî di alî zîhnî de tu car negirtiye.”
 
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) ya bi KHK’ê hat girtin, Rojnameger-Wênesaz  Zehra Dogan di dema qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de bi hinceta ‘propangandaya rêxistinê’ kiriye hat girtin û di 24’ê Sibatê de ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hat tahliyekirin.
 
Zehra ji rojnameya Îngîlîz The Independet re axivî û bal kişand ser dema qedexeyê ya li Nisêbînê.
 
Zehrayê tiştên li Nisêbînê hat jiyîn wiha vegot: 
 
"Ez nû ji girtîgehê derketim, lê ez bêdengkirinê red dikim. Ji ber min Nisêbîn xêz kir ez hatim girtin. Lê piştevaniya navneteweyî hesab nekirin. Li Tirkiyeyê di 2015’an de li bajarên Kurdan pevçûn hatin jiyîn û ez wek rojnamegerek Kurd çûm wir. Çapemeniya alîgir tenê agahiyên hêzên ewlehiyê parve dikir. Ev yekalî dikirin propanganda."
 
‘Xweteslîmkirina tirsê windakirin e’
 
Ez wan salan di JINHA’yê de dixebitîm. Hemû xebatkarên wê jin bûn û nûçeyên wê bi perspektîfa femînîst dihat amadekirin û bi KHK’ê hat girtin. Beriya ez biçim bajarên lê pevçûn hebûn û cenazeyên sivîlan bi rojan li kolanan ma, hişyariyên ‘tu biçî tuyê bê girtin’ hatin kirin. Lê ger ez neçûbama min ê gelê me tenê bihişta. Çapemeniya Kurd tunebûna wê tiştên hatine jiyîn yek alî derbasî qeydan bibûna. Xweteslîmkirina tirsê windakirin e.”
 
‘Min êşên hatin jiyîn xêz kir û di çapemeniya civakî de parve kir’
 
Me ji herêmê nûçe weşandin, me tiştên dîtin û jiyan vegotin. Lê nûçeyên me ji aliyê çapemeniya Tirk ve nehat dîtin. Malperên nûçeyên me tê de dihatin weşadin dihatin sansurkirin. Min jî êş û hilweşîn a li Nisêbînê xêz kir û di çapemeniyê de parve kir. Ji ber di çapemeniya civakî de sansur tune bû, min her tim parve kir.
 
'Nûçe û wêneyên min xêz kiribûn hinceta girtina min nîşan dan'
 
Zehrayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “ Nûçe û wêneyên min xêz kiribûn hinceta girtina min nîşan dan. Di girtîgehê de ewil destûr dan ez wêneyan xêz bikim. Bi saya piştevaniya kesên li derve, firçe, tuval û boya hatin girtîgehê. Min jî wêneyên xwe çê dikirin. Her wiha min xêzkirina wêneya fêrî jinên din dikir. Lê ji ber zextên zêde bûn şandina alavan jî hat qedexekirin. Min jî alavên xwe bi xwe afirandin. Firçeya min ji perê çûkê an jî porê jinan bû. Boyaxa min fêkî û sebze bûn. Min tevî her tiştî serî netewand.”
 
‘Rêxistinên navneteweyî ji bo berdana min bang kirin’
 
Zehrayê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê hikûmet çapemeniyê kontrol dike û her çiqas dengê wan bên birîn jî, piştevaniya navnetweyî pêşî li vê girtiye. Zehrayê got: “Wêneyên min ên li Tirkiyeyê wek terorîst hatin nîşandan, li Ewropayê hatin raxistin. Agahiya min tunebû ez hêjayê namzetiya xelatên navneteweyî hatim. Min gelek jê qezenc kirin. Rêxistinên navneteweyî ji bo berdana min bang kirin. Di pêvajoya ez di girtîgehê de bûm min gelek piştgirî dît. Ev piştgirî bêguman ne tenê ji bo min bûn, ji bo hemû jin, hunermend, siyasetmedar û akademîsyenan bû. Ez li pişt deriyên hesin bûm lê ez azad bûm. Dewlet di alî fîzîkî de min heps bike jî di alî zîhnî de tu car ez negirtim.”
 
‘Wan ji bîr nekin bibin deng’
 
Zehrayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku niha ew girtiye lê bi hezaran kes ji ber fikir û nêrînên xwe girtîne û wiha dawî lê anî: “Ev mirov bi qasî ku girtîgehên Tirkiyeyê veguherin saziya herî mezin a cîhanê zêde ne, lê lênûskên wan jî tên desteserkirin, pirtûkên wan tên qedexekirin, berhemên hunerê yên çê dikirin jî parçe dikin. Wan ji bîr nekin, deng bidin dengê wan. Çi ji destê we tê bikin.”