Şukran bi pêlîstokên çêdike balê dikişîne ser şîdet û îstîsmarê

  • 09:19 2 Mijdar 2017
  • Çand û Huner

Medîne Mamedoglu

 
MÊRDÎN - Şukran Aydogan a bi armanca balê bikişîne ser sûcên şîdeta li ser jinê û îstîsmara zayendî pêşangeha pitikên pêlîstok vekir û got: “Huner çekek xurt e. Min şerkirina bi çeka xwe ya hunerê tercih kir. Ez bi taybet dixwazim der barê îstîsmarê de xebatan bimeşim.”
 
Şukran Aydogan ya ji Lîsansa Bilind a Fakulteya Hunerên Xweşik mezûne, bi armanca balê bikişîne ser şîdeta li ser jinê, pêşangeha pitikên pêlîstok vedike. Şukranê ku heta niha li Riha, Mêrdîn, Zonguldak û Amedê pêşangeh vekiriye, diyar dike ku ew dixwaze hestiyariyê ava bike. 
 
Şukranê bi lêv kir ku ew pirsgirêkên jinan cuda cuda nagire dest û got: “Min bi pêşangeha xwe şîdeta li ser jinê girt dest. Ez di pêşangehên xwe de balkidikişîm ser îstîsmara zayendî. Ez van di xebatên xwe de bi giştî digirim dest. Xebatên pêşangehê zehmetin.  Lê min ev pêşangeh bi tena serê xwe vekir. Sukranê daxuyakirin ku ew dixwaze tiştên cuda bike û ev xebat jî der barê jinan de ne dîsa.