Ji ber operasyonên leşkerî perî bacalari nayên ziyaretkirin

  • 09:07 2 Mijdar 2017
  • Çand û Huner

WAN - Perî bacalari, yên ku  girêdayî gundê Taxikê yê navçeya Elbaxê ye ji ber operasyon û sewqiyatên lêşkerî ji aliyê tûrîstan ve nayên zîyaretkirin. Gundiyên Taxikê gotin ku ew dixwazin perî bacalari bên parastin. 

 
Li navçeya Elbaxê li gundê Taxik’ê (Yavuzlar) a ku bi manendiya xwe mîna perî bacalari yên Kapadokyayê tên zanîn û di nava gel de jê re dibêjin ‘Vanadokya’bi xweşikbûna xwe a bê hempa mirov sêr dike. Li Kurdîstanê OHAL hate îlankirin şûnde, li navçeyê ji ber sewqiyetên leşkerî perî bacalari yên gund ji aliyê tûrîstan ve nayên ziyaret kirin. 
 
Piştî ku li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Kurdîstanê OHAL hate îlankirin şûnde ji aliyê turîstan ve cihên dîrokî bê eleqe dimînin. Li gundê Taxikê yê girêdayî navçeya Elbaxê bi manendiya xwe a ku  mîna perî bacalari yên Kapadokyayê tê zanîn û di nav gel de jê re dibêjin’Vanadokya' bi xweşikbûna xwe bala turîstan dikşand û her sal bi hezaran turîst serlêdan dikir, niha ji ber sewqîyatên leşkerî û operasyonan êdî serlêdan nayê kirin û bêeleqe hatiye hiştin. Perî bacalari yên 33 km ji navçeyê  dûr her sal bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dima. Her çiqas bi salan e li gundê Taxik’ê perî bacalari hebûna xwe biparêze jî ji aliyê gerînendeya çanda navendê ve bi tu awayî nayê parastin.
 
Gundîyên Taxik’ê  diyar kirin ku ji ber sewqîyatên leşkerî tûrîst nayên û gotin ku ew dixwazin perî bacalari  bi lez bên parastin.