‘Me di salên 90’î de ji bo hunerê berxwe da, em ê di OHAL’ê de jî berxwe bidin’

  • 09:14 31 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner

Bêrîtan Canozer-Zulal Koçer

STENBOL - Şehrîbana Kurdî der barê asîmîlasyona li ser çand û zimanê Kurdî axivî û got: “Me di salên 90’î de ji bo hunerê berxwe da û em ê di OHAL’ê de jî berxwe bidin. Wê dîsa wisa be. Çima em bi zimanê xwe neaxivin.Çima em stranan nebêjin?Em 40 mîlyon Kurd in. Mafê me jî heye em bi zimanê xwe stranan bêjin.”
 
Hunermenda Kurd Şehrîbana Kurdî ku bi salan e ji ber zextên dewletê ji axa xwe dûr li Elmanyayê dijî di çarçoveya 3’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd de cih girt. Şehrîbanê diyar kir ku piştî ewqas sal şûnde ji ber di mîhrîcanek Kurd de cih girtiye bi kelecan e û wiha got: “Ji ber bi Kurdên vir re hatim cem hev kêfxweş im.”
 
‘Gelê me her tim xwedî li me derket’
 
Şehrîbanê bi lêv kir ku ev 30 sal in di hunera Kurd de cih digire û wiha pê de çû: “Berê derketina ser dîkê a jinekê zehmet bû. Ne mijara gotinê bû ku jinek xwe îfade bike. Dema me stran digot gelek kêm hunermendên Kurd hebûn. Em di pêvajoyên zehmet de derbas bûn. Me ji dewletê gelek zilm dît.  Lê gel xwedî li me derket. Em tenê nehiştin. Dema min CD a xwe ya yekem derxist hedef a min a ku ez dengê xwe bigihînim her kesî tunebû.”
 
‘Ez ji bo gelê xwe xebatên xwe dimeşînim’
 
Şehrîbanê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dema nû dest bi hunerê kiriye hedefa wê ev bûye ku stranên Kurd neyên jibîrkirin û wiha pê de çû: “Piştî em derketin ser dîkê stranên me ji aliyê deh hezaran ve hatin guhdarkirin. Em derketin derveyê çar parçeyê Kurdistanê û min stranên xwe got. Ez bi hezaran carî spas dikim. Ji ber xwedî li me derketin û ji me hez kirin. Daxwaza min a herî mezin ez hêjayî gelê Kurd bim. Ez ji bo gelê xwe xebatên xwe dimeşînim.”
 
‘Min bi çand û ziman, xwe parast’
 
Şehrîbanê ev tişt anî ziman: “Min bi stranên xwe hesreta xwe ya li hember ax, welat û çanda xwe sivik kir. Min êş û berxwedana Gelê Kurd bi stranên xwe vegot. Ev jî ji ber hezkirina gelê min pêk dihat. Her Kurdî xwe di stranan de didît. Min jî wek jinek Kurd xwe qet neguhert. Min bi çand, ziman rastiya xwe parast. Li dijî polîtîqayên asîmîlasyonê jî mirov divê bi çand û zimanê xwe bijîn.”
 
‘Divê hunermend bi her tiştê xwe li cem gelê xwe be’
 
Şehrîbanê bi lêv kir ku ev bi salan e ji axa xwe dûr e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek hunermendên Kurd me tu carî gelê xwe tenê nehişt. Hunermend divê ne tenê bi stranên xwe, divê bi hemû jiyan û rihê xwe li cem gelê xwe be. Dema gelê me di bin zextê de bin hunermend nikare li kêfa xwe binêre. Cih hat em tevlî meşan bûn. Em tevlî mîtîngan bûn. Em ketin nav gel. Me tu carî xwe ji gelê xwe cuda negirt.”
 
‘Gel xwe di stranan de dibîne’
 
Şehrîbanê bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê û got: “Ez gelek xemgîn dibim. Xwezî dewletê ji ber stranan ceza neda me. Me jî ji axa xwe koç nekiriba.  Li van deran jî çi ji destê me tê em dikin. Hêviya min ev e ku  em ji vir şûnde neêşin, kêfxweşiyên xwe bi hev re parve bikin.”
 
Çima em bi zimanê xwe nestirên?
 
Şehrîbanê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de em tiştekî nekin wê têkoşîna me ya bi salan vala derkeve. Di salên 90’î de em ji bo hunera xwe têkoşiyan. Em ê niha di OHAL’ê de jî berxwe bidin. Wê wisa be. Çima em bi zimanê xwe neaxivin.Çima em stranan nebêjin? Em 40 mîlyon Kurd in. Mafê me jî heye em bi zimanê xwe stranan bêjin. Huner dikare bi her zimanî bê kirin.”