Bi klamên xwe piştgirî dida berxwedana Geverê

  • 09:06 31 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê dayika Medîne Bûlbûl bi klamên xwe berxwedanê zindî dihêle û dibêje ku tu klam û stran têra vegotina  berxwedana gelê Geverê nake. 

Sala 2016'an li gelek bajarên Kurdîstanê Xweseriya Demokratîk hate îlankirin. Piştî ku Xweseriya Demokratîk hate îlankirin hêzên dewletê  bi tanq û topên xwe bajar hilweşandin û şewitandin. Li hemberî zilma dewletê gel berxwe da. Yek ji van jî Gever e. Geverê bi mehan (78) û bi rojan berxwe da. Her çiqas di dema qedexeya derketina kolanan de koçberî dest pê kire jî gelek dayikan berxwedana Geverê bi klamên xwe vegotin û zindî hiştin. 
 
'Dewletê li Geverê, Cizîrê, Nisebînê û Sûrê kirasê zilmê li xwe kiribû'
 
Piştî ku li Geverê pevçûn û qedexeyên dewletê dest pê kirin Dayika  Medîne Bûlbûl bi klamên xwe piştgirî dida berxwedanê û bi klamên xwe zilma dewletê vedigot. Dayika Medîne anî ziman ku hêza dewletê têr nekir ku berxwedana Geverê têk bibe û got ku ew her klameke xwe ji bo berxwedana Geverê dibêje û wiha axivi;"Herkesî rûyê dewletê li Geverê, Cizîrê, Nisebînê û Sûrê dît. Dewletê bi tanq û topên xwe ket nav bajaran hilweşandin û şewitandin. Dewletê li Geverê, Cizîrê, Nisebînê û Sûrê kirasê zilmê li xwe kiribû. Bi hemû hêza xwe ser gelê kurd hat. Li hemberî zilma dewletê gel jî berxwe da. Hîna birînên me zindî ne. Ew çi bikin bila bikin nikarin wî rûyê xwe yê zilimkar ji me re bidin jibîrkirin. Gava ku mijar dibe kurd dewlet hemû berjewendiyên şer de sûd digire. Lê ji bo serkeftineke kurd gavekê navêje."
 
'Her klamek me şahidê berxwedanê ye'
 
Medîneyê bi lêv kir ku ew bi klamên xwe dixwaze ji nifşê nû re berxwedana Geverê vebêje û got ku her stranek wê ji bo berxwederên Geverê be û wiha berdewam kir:"Di dema qedexeyê de piştî hefteyekê em jî çûn. Ji ber ku dewletê bi hovane êrîş dikir. Bi dehan ciwan hatine qetilkirin. Çima? Ji ber ku berxwe dan û zilm qebûl nekirin. Daxwaziyeke wan hebû ew jî aşitî bû. Ez dixwazim berxwedanê bi klamên xwe vebêjim. Her klamek me şahidiya wê berxwedanê ye. Gevera rengîn dîsa neket û ber xwe da. Jiyana me bi zilma dewletê derbas bû. Hebûna me qedexe kirine. Ez ev 20 sal in klaman dibêjim. Lê tu stran û klam têra vegotina berxwedana Geverê nekir. Her kolanek Geverê her taxeke Geverê bi bîranînên berxwedanê  têr û tije ye. "
 
'Min li gund  bi klamên xwe piştgirî dida berxwedanê'
 
Medîneyê bal kişand ser dema qedexeyan  û got ku wê di dema qedexeyan de bi klamên xwe piştgirî dida berxwedanê û wiha pê de çû:"Dewletê zilmeke mezin ser serê me kir. Lê dîsa jî em ji zilma dewletê netirsiyan û em vegeriyan ser xaka xwe. Di dema qedexeyan de min li gund  bi klamên xwe piştgirî dida berxwedanê. Divê berxwedan tu car neyê jibîrkirin û her tim zindî bimîne."