Têkoşîna Tîpên Qedexe: Çîroka Cemîle Çagirga ya ku bi gûleyê hat kuştin

  • 09:22 26 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner
AMED - Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ku vê salê cara 25'emîn hat lidarixistin de helbestkar û edîtora JINNEWSê ya beşa kurdî Roza Metîna ku bi çîroka xwe ya bi sernavê 'Têkoşîna Tîpên Qedexe' tevlî pêşbirkê bû di beşa çîrokan de 1'emîn hat hilbijartin. Roza anî ziman ku dema bihîstiye çîroka wê yekemîn hatiye gelekî bi kelecan bûye.
 
Encamên 25’emîn Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî diyar bûn.Pêşbirka Huseyîn Çelebî, vê salê ji bo bîranîna Mehmet Aksoy ê ku li Reqayê jiyana xwe ji dest dabû hat lidarxistin. Di encamê de Roza Metîna ya ku Helbestkar û  Edîtora JINNEWSê ye bi çîroka xwe ya bi sernavê 'Têkoşîna Tîpên Qedexe' bû yekemîn û di beşa çîrokan de xelata 1'emîn bûnê girt. Me jî xwest bi Edîtora xwe Roza Metîna re li ser çîroka ku nivîsiye roportajekê bikin.  Di roportajê de Roza diyar kir ku çîroka xwe li ser zaroka keç a Cemîle Çagirga ya ku li Cizîra Şirnexê bi guleyê jiyana xwe ji dest daye nivîsiye û her wiha bi taybetî jî zor û zextên ku li ser zimanê kurdî tên kirin di çîrokê de girtiye dest.
 
'Zimanê dayikê girîng e'
 
Roza di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha got: "Zimanê dayikê bi rastî jî gelekî  girîng e  û ev giringî jî ji dîrokê tê. Dema ku em li dîroka kurda dinêrin  bingeha zimanê kurdî gelekî xwirt e. Ji ber ku bingeha zimanê dayikê xurt e û zimanê min ê zikmakî jî bi kurdî bû min xwest ku bi zimanê dayika xwe  pirtûk, çîrok û helbestan binivîsim. Ez dixwazim girîngiya zimanê dayikê bi gotinek pêşiyan bînim ziman ' Kurdno!  Zimanê neyaran ji xwe re nekin kiras, da ku hûn nemînin tazî û pêxwas.' Min jî bi vî hestî, dest bi nivîsê kir û min bi zimanê dayika xwe nivîsî."
 
'Ez cara yekem, tevli çîroka kurteçîrokan bûm'
 
Roza ya ku cara dûyemîn e di beşa çîrokan de xelat girtiye diyar kir ku ew yekem beşdarî Pêşbirka Kurte Çîrokan a ku li Rojava  hatibû lidarxisitn bûye û li wê jî  3'emîn hatiye hilbijartin.Roza anî ziman ku ew Çîroka wê jî li ser Dayîka Taybet a ku li navçeya Sîlopî ya Şirnexê  cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû ye bûye. Her wiha Roza destnîşan kir ku  cara duyem jî  bi çîroka xwe ya bi sernavê 'Têkoşîna Tîpên Qedexe' tevlî 25’emîn Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî bûye, di wê pêşbirkê de jî 1'emîn hatiye hilbijartin û mijara çîroka xwe wiha vegot: " Mijara çîroka min a  'Têkoşîna Tîpên Qedexe' bûyerên ku  li welatê me qewimîn e ye. Bi taybetî jî li Cizîrê, Sûrê, Sîlopî, Dêrik û bûyerên ku herî dawî li bakurê Kurdistanê qewimîn û dijwariya ku hate jiyîn min girtiye dest. Her wiha min çîroka xwe li ser zaroka keç a bi navê Cemîle Çagirga ku li Cizîrê bi guleyê jiyana xwe ji dest dabû û dayika wê ji bo cenazeyê wê bîhn nede bi rojan di sarincê de veşartibû nivîsî. Dema ku min nivîsî jî ez gelekî di bin bandora wê bûyerê de  mam. Lê di wê demê de gelek bûyerên din ku mirov ji wan bi bandor bibe jî hatin jiyîn."
 
'Dema ku min bihîst ez 1'yekemîn hatime kelecanê ez girtim'
 
Roza got ku dema wê bihîstiye bûye 1'emîn kelecanê ew girtiye û wiha hestên xwe anîn ziman: "Dema ku min bihîst ez bûme 1'emîn  kelecaneke mezin bi min girt. Ji ber ku di warê xizmeta zimanê dayikê de ez serkeftî hatibûm.  Ji bo min tişta girîng zimanê dayikê û bikaranîna wî zimanî ye ji ber ku zext li ser zimanê kurdî zêde ne."
 
'Dengên xwezayî ji ronahiya taveheyvê diniqutin...'
 
Roza bal kişand ser xwedîderketina li zimanê kurdî û wiha got:"Zimanê dayikê xelata pêşerojê ye, pêdivî ji xwedîderketandina pergal a parastina zimanê dayikê heye. Dengên xwezayî ji ronahiya taveheyvê diniqutin, ronahî jî ji parastina zimanê dayikê feyzê digire."
 
'Bi zimanê dayikê hestên xwe rave bikin'
 
Roza ya ku tenê çîrokan nanivîse û di heman demê de helbestkariyê jî dike bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:"Banga min bi taybet ji Gelê Kurd re ew e ku Gelê Kurd her tim li  zimanê xwe xwedî derkevin. Ji ber ku xwedîderketina zimanê dayikê xwedîderketina li ked û rûmetê ye. Ji bo ku ked û rûmet têk neçin hewcedarî bi xizmeta Zimanê Kurdî heye. Bi zimanê dayikê hestên xwe rave bikin."