Derhêner Pelîn Esmer:Huner yekane rêya êşan sivik dike ye

  • 09:18 25 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner

Medîne Mamedoglu

MÊRDÎN - Derhênera fîlmê ‘Îşe Yarar Bîr Şey’ yê xelatkirî, Pelîs Esmer da zanîn ku ji ber geşedanên li welat kişandina fîlman zehmet e lê ji bo êş sivik bibin divê huner bê kirin.
 
Vekirina Mîhrîcana Fîlman a SîneMardîn ya 11’emîn bi fîlmê Pelîn Esmer yê ‘Îşe Yara Bîr Şey’ dest pê kir.  Fîlmê ku di Mîhrîcana Fîlman a Edenê de xelatên Senaryoya Herî Baş, Lîstikvana Jin ya Herî Baş û Dehêneriya Dîtbarî ya Herî baş girt, ji aliyê temaşevanan ve eleqeyek mezin dît.  Derhêner Pelîn Esmerê der barê fîlm de axivî û diyar kir ku di dema kişandina fîlm de zehmetiyên mezin kişandine lê qet serî netewandine.  Pelînê daxuyakirin ku her fîlmek li gorî wê zehmetiya wê heye lê çi dibe bila bibe fîlmê ku neyê kişandin tine.
 
Pelînê bi lêv kir ku ji bo çêkirina fîlm peydakirina fînansmanê zehmete û wiha got: “Hem li Tirkiyeyê hem li derveyê welat lêçûnên produksiyonê peydakirin demek dirêj digire. Em neçar man fîlm di dema herî tarî ya Tirkiyeyê de bikişînin. Gelek êş hatin kişandin. Ji Pirsûsê dest pê kir û heta teqîna Enqereyê, ji 15’ê Tîrmehê heta niha gelek rojên tarî hatin jiyîn. Me di vê pêvajoyê de fîlm kişand. Li aliyekî jî me baweriya xwe zindî hişt û em xebitîn. Belkî jî fîlm hinek êş zivik kirin.”
 
‘Mirov dikarin her tiştî bi hunerê bidin bihistin’
 
Pelînê destnîşan kir ku di roja îro de jin tiştên dixwazin bêjin dikarin bi hunerê bi cîhanê bidin bihistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirs jî dikare bi hunerê bê çareserkirin.  Bi hunerê vegotinan tiştan watedartire.  Jin dikarin bi telefonekê çîroka xwe vebêjin. Ez bang li jinan dikim ku bi cesaret bin.”