Jin parastina hunera xwe dikin

  • 09:06 25 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner

Ronîda Hacî 

TIL TEMIR - Jinên ku kevneşopiya xwe li ser piyan dihêlin hestên xwe yên derbarê hunerê de bi ajansa me Jin Newsê re parve kirin û diyar kirin ku huner ji aliyê jinê tê parastin.  
 
Jinên bi navê Cûliyet Sûlaqa û Yûniya Bûlîs ku di rêya hunerê de dîroka xwe diparêz in û li gundê Til Cûmayê yê Bajarê Til Temirê dijîn, hestên xwe yên derbarê hunerê de bi me re parve kirin û destnîşan kirin ku parastina kevneşopiya civakê rûmet e.
 
Parastina kevneşopiya gelan peywira hemû jinan e
 
Jina Hunermend a Aşûrî ya bi navê Cûliyet Sûlaqa hestên xwe yên derbarê parastina hunerê wiha  anî ziman:"Me di temenê biçûk de dest bi parastina hunerê kir. Me di temenekî biçûk de li dawetan stranên gelêrî digot. Ez û hevala xwe Cûliya me bi rihê hevaltiyê û bi hev re stran digot û em li çanda xwe, li dîroka xwe xwedî derdiketin. Me bi hev re ev çand anî heta vê rojê. Ji ber parastina kevneşopiya gelan peywira hemû jinan e, gerek em hemû jin li kevneşopiya xwe xwedî derkevin."
 
Cûlîyetê dawiya axaftina xwe de wiha got:"Heta ku em jin li kevneşopiya xwe xwedî dernekevin, em ê nikaribin xwe li dijî  zilm û zordariyan jî biparêzin. Loma ez bang li hemû jinan dikim ku ji dil û can  li kevneşopiyan xwe xwedî derkevin."
 
Huner ji dilê dayikên bi rûmet diherike 
 
Yûniya Bûlis jî hest û nêrînên xwe yên derbarê parastina hunerê de wiha anî ziman:"Ez û hevala xwe Culîyetê kêfxweş in ku em vê çanda xwe heta a niha li ser piyan dihêlin. Di parastina hunerê de em têkoşîna xwe jî berz dikin. Ji ber ku huner ji dilê dayikên bi rûmet diherike gerek em qîmeta dayikên xwe bizanibin û rêya wan bişopînin."
 
Yûniyayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Ji bo her dem em çanda xwe zindî bihêlin hewcedarî ji têkoşînek hevpar heye. Loma em bang li gelên xwe yên koçber dikin ku vegerin li ser axa xwe û bi hev re çanda xwe biparêzin."
 
Yûniya û Cûliyana di dawiyê de bi dengê xwe yên xweş û geş straneke gelêri gotin.