Şagirtên atolyeya wênekêşiyê dertên gera xwezayî

  • 10:26 23 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED - Pale Huner bi atolyeya wênekêşiyê bi şagirtên xwe re dest bi gera xwezayî dikin. Mamosteyê wêne û Rêvebira Pale Hûnerê Neşe Toprak got ku ji bo şagirt pratîkê bikin wê biçin Şikeftên Hîlar û Çayonuyê.
 
Qadên çand û hûnerê li dijî hemû astengiyan, zor û zehmetiyan xebatên xwe berdewam dikin. Ji van qadên çand û hûnerê yek jê jî Pale Huner e. Pale Huner kursên wek wêne, muzîk, sînameyê kursa bi navê atolyeya wênekêşiyê jî vekiriye. Serlêdanên kursên Palê Hûnerê di 7’ê mehê de dest pê kir û wê hatenî 21’ê mehê berdewam kir. Piştî 21’ê mehê li hemû beşan dersan dest pê kir. Mamosteyê Wêje û Rêvebira Pale Hûnerê Neşe Toprak derheqê kursan û  atolyeya wênekêşiyê de axivî. Neşe got ku di 7’ê mehê de bi pêşangeha wêneyan dest bi kar û xebtên xwe kirine. Her wiha kursên wêne,atolyeya wênekêşî, muzîk û sînemayê jî dest pê kiriye. Neşe anî ziman ku kursa wan a muzîkê wê bi giştî li ser enstirûmanan bê meşandin û wiha got: “Di nav kursên me de atolyeya wênekêşiyê jî nû vebûye. Atoleya wênekêşiyê jî di 21'ê mehê de dest bi dayîna kursan kir.  Her wiha ne bitenê atolyeya wênekêşiyê, kursên me yên hunerî yên curbicûr jî dest pê kirine.”
 
‘Atolyeya wênekêşiyê wê biçe şikeftên Hîlar û Çayonu’
 
Neşe di berdewama axaftina xwe de got ku atolyeya wênekêşiyê wê dawiya hefteyê roja şemiyê sê saetan wane bibînin û wiha pêl da axaftina xwe: “Atolyeya me ya wênekêşiye di serî de ji toriyê dest pê kir.  Ji bo ku kursiyer wênekêşê nas bikin, dîroka wênekêşiyê fêr bibin. Piştî ku kursiyer di warê teorî de hîn bûn wê zanîn xwe li ser wênekêşan pratîze bikin û wênekêşiyê fêr bibin. Ji bo pratîzekirinê em ê  tûra bajaran, gera xwezayî bi kursyerên xwe re pêk bînin. Hemû şagirt wê wênekêşên xwe bigirin bi mamosteyên xwe re biçin bigerin û li ser pratîkê bixebitin. Koma me ya atolyeya wênekêşiyê wê di serî de biçin Şikeftên Hîlar û Çayonuyê.”
 
'Ger ku şagirt zêde bin wê du kom bên avakirin'
 
Neşe dirêjî da axaftina xwe û got ku atolyeya wênekêşiyê tunebû, ji ber mamoste kêm bûne hate niha nikaribûne kurseke wer vebikin. Lê niha ji ber mamosteyê wênekêşiyê heye atolyeya wênekêşiyê vekirine û wiha bi lêv kir: “Ger ku mamosteyên me zêde bin em ê kursên nû vekin. Lê belê em niha li ser 4 kursan dexibitin. Di demên pêşî de sê kursên me hebûn,ev kurs li ser   wêne, muzîk û sînemayê bû. Piştre me kursa wênekêşiyê jî vekir û niha em di 4 beşan de kursê didin. Eleqeyek gelek mezin ji bo kursa wênekêşiyê heye.  Hejmara kursa wênekêşiyê li gor xwesteka mamoste hejmara wê hat diyrkirin. Ger li şagirtên me zêde bin em ê du koman ava bikin. Ji ber ku kotaya me 15 şagirtin.”
 
‘Kursên me wê 3 mehan berdewam bikin’
 
Neşe di dawiya axaftina xwe de got ku serlêdanên kursên wan 7’ê mehê de dest pê kirine û heta 21’ê mehê berdewam kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî  “Waneyên me wê sê mehan berdewam bike û piştî sê mehên din em ê komên nû bigirin. Her wiha mamosteyên hemû kursên me hene û di warê mamosteyan de tu kêmasiya me tune ye. Em ê ji aliyekî ve jî bernameyên guhdarîkirina muzîk û lîstikan jî amade bikin.”