Perwedeya folklorê bi dawî bû!

  • 11:17 22 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner
EFRÎN- Perwerdeya govenda folklorî ya bi navê “Şehîd Zîlan” bi şahiyekê li Akademiya Şehîd Şerkêr duh bi daîbû.
 
Li gundê Gemrûkê yê Girêdayî Navçeya Mabeta ya Efrînê Kavana Zêrîn Perwerdeya govenda folklorî ku di 10'ê cotmehê de dabû destpêkirin duh di 21'ê cotmehê de bi dawî bû.
 
Di perwerdê de 17 Endamên  Kevana Zêrîn perwerde dîtin. Ji hemû navçeyên Efrînê beşdar bûn hatibû kirin.  Bi giştî  4 waneyên(ders) govendê hatin dayin. Ev wane li ser weteya govendê û şîrovekirina govendê bûn.
 
Rêvbera Kavana Zêrîn Xaliye Mosko kêfxweşiya xwe anî ziman û perwerdeya şehîd Zîlan Qamişlo ya govenda folklorî  li hemû Endamên dewrê pîroz kir. 
 
Xaliye, destnîşan kir ku  wê ciwan xwedî li çanda xwe derkevin û biparêzin.
 
Şahî bi pêşkêşkirina govendê hat bidawîkirin.