DÎFAK, bi piştgiriya wênehezan xebatên xwe berdewam dike

  • 09:05 20 Cotmeh 2017
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
AMED - DÎFAK a ku di serdema 33'emîn de dest bi dersan kir, wê di çarçoveya projeya ku bi Sefaretxaneya Hollandayê re bi rêve dibe atolyeya "Ciwan û Wêneyan" li dar bixe. Pinar Akyildiz derbarê perweredeya wêneyan de agahî dan wiha got: "Em bangli hemû hunerhezên li Amedê dikin ku di rojên wêneyan de piştgiriyê bidin me."
 
Komeleya Wênekêşên Amator a Amedê(DÎFAK) ku di 2009'an de hat damezrandin ev 33 serdem in ku perwerdeyê dide. Kursiyerên ku tevli perwerdeya DÎFAK'ê dibin 8 hefteyan kursa wênekêşandinê dibînin. Rêveber û perwerdekara DÎFAK'ê  Pinar Akyildiz diyar kir ku ew bi karê xwe gelek kêfxweş in ji ber ku ji bo pêşerojê wênekêşan amade dikin.  Herwiha Pinarê ji bo ku pêşangehên vedikin serdana wan bê kirin jî bang kir.
 
‘Tema û dîroka wê hîn ne diyar e’
 
Pinar di berdewama axaftina xwe de got ku DÎFAK hetanê niha 5 caran Rojên Wêneyan a Navnetewî li  darxistiye, niha jî ji bo 6’emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî  ya Amedê xebat dane dest pê kirin, xebatên wan berdewam dikin û wiha bi lêv kir: “ Em her sal rojên wêneyan dardixin û hemû jî temayê wan cûda ne. Mînak temamaya 4’emîn a Rojên Wêneyan a Navneteweyî  ya Amedê ‘Sînor’ e, 5’emîn Rojên Wêneyan  a Navneteweyî ya Amedê de jî temaya wê ‘Azadî’ bû. Ji bo 6’emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî ya Amedê jî xebatên me berdewam dikin. Lê belê tema û dîroka wê hîn nediyar e. Hûnermend û wênekêşên ku tevlî bibin li ser vê dixebitin.” Pinarê her wiha anî ziman ku bi Sefaretxaneya  Hollandayê re jî atolyeya bi navê “Li Amedê  Wêne û Ciwanî” wê li dar bixin. Ji ber vê jî ji bo atolyeyê amadekarî tên kirin.  
 
‘Bila werin serdana pêşangehên me’
 
Pinarê di dawiya axaftina xwe de got ku eleqaya kursiyeran  gelek ji wêneyê re heye ji ber vê jî xwendekar bi dildarî tevlî kursan dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kursiyerên me dema ku bi dildarî tevlî waneyan dibin em gelek kêfxweş dibin û ev jî tê wê wateyê ku kursiyer dixwazin  bibin wênekêşekên hoste. Em jî li Amedê li benda huner hezan e ku piştgiriyê bidin me. Bila werin serdan pêşangehên me bikin.”