Li Mêrdînê çalakiya 'Şeva Çîrokan a Muzîkal'

  • 12:37 9 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
 
MÊRDÎN - Li sînemaya vekirî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin veŞeva Çîrokan a Muzîkal hat lidarxistin. Gelek kesan eleqeyeke mezin nîşanî şevê dan.
 
Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve li sînemaya vekirî 'Şeva Çîrokan a Muzîkal' hat lidarxistin. Di şeva ku gelek kes lê amade bûn de çîroknûs Ayhan Erkmen çîrokên "Derwêşê Evdî", "Siyo Helîmcan", "Bextê Emerê Hiso", "Hesenê Mala Musa Hedikê Kaso" vegot. Piştî vegotina çîrokan Dengbej, Hediye Kalkan û Kerîme Jirkî jî stranên çîrokan gotin.
 
'Dengbêjî bingeha çanda Kurdî ye'
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku piştî klaman li vir axaftinek kurt kir, bal kişand ser girîngiya hevsengiyê û çîrokbêjiyê ya ji bo çanda kurdî û got “Dengbêjî bingeha çand, huner û wêjeya Kurdî ye. Ew hilgirê ku dîroka me digihîne roja me ya îro ye. Ez dengbêjên me yên ku ji dîrokê heta roja me ya îro bûne hilgirê vê kevneşopiyê bi minetdarî bi bîr tînim û ji hunermendên me yên ku bi deng vê çanda qedîm zindî dihêlin re spasiyên xwe pêşkêş dikim. .