Eleqeya mezin ji bo rojên muzîkê

  • 09:05 11 Hezîran 2024
  • Çand û Huner
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Ji rêveberên MA Muzîkê Evîn Tîryakî derbarê 6'emîn Rojên Muzîkê yên Ma ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kir de axivî û diyar kir ku çalakiyên wan di heman demê de bersiva asîmîlasyonê ye. Her wiha beşdaran jî xwestin ku çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.
 
Akademiya Ma Musicê ku li Amedê xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya xebatan de 6'emîn Rojên Ma Musicê li dar dixe. Bername di 1'ê Hezîranê de dest pê kir û dê heta 12'yê Hezîranê jî bidome. Rojên Ma Muzîkê ji bo bîranîna hunermend Rênçber Ezîz tê lidarxistin. Ne tenê zorak her wiha jin jî di bernameyan de cih digirin. Her wiha eleqeya ku tê nişandan jî zêde ye. 
 
Rêvebera Ma Muzicê Evîn Tiryak ji ajansa me re axivî û bal kişand ser bernameyan. 
 
Evîn, diyar kir ku her sal rojên muzîkê li dar dixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bernameya îsal têr û tijê ye. Îsal bû 6 sal em rojên muzîkê li dar dixin. Coş û heyecanek mezin heye. Em her sal dîwana zarokan li dar dixin. Lê îsal me bernameyek cuda li dar xist. Îsal ne tenê zarok, mamosteyên zarokan jî derdikevin dikê. Di nav bernameyên me de konser, dîwan, mezûniyeta zarokan heye. Me bernameya xwe ya ewilî li Qada Kent a Peyasê li dar xist. Di bernameyê de 150 zarok derketin ser dikê. Coşeke pir mezin hebû." 
 
Domandina polîtîkayên bişaftinê
 
Evîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser sepandinên asîmîlasyonê ya li bajêr pêk tê: "Dema qeyûm hat tayînkirin me soz dabû û me gotibû 'Ez zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin'. Em her sal wek mamoste hewl didin ku asta zarokan derxin jor. Niha polîtîkayeke pir qirêj a bişaftinê heye. Divê zarok çand û hunera xwe hîn bibe, ji ber ku niha li bajêr ji ber polîtîkayên bişaftinê kesek bi zimanê xwe ya dayikê naafin." 
 
'Em ê sozên xwe bînin cih'
 
Evîn, diyar kir ku rojên muzîkê bandorê li civakê dike û wiha bi lêv kir: "Dema em ketin qada çalakiyê, em bi kurdî diaxifîn û zarokên derdorê jî çend kurdî nedizanin jî keyfa wan bi axaftina kurdî re dihat û dixwast tevlî me bibin. Ev yek mînak e. Em dibêjin ne tenê kurd her kes dikare tevlî bernameyên me bibin. Her wiha dê konserên me bidomin. Em ê her tim li qadan bin. Kevîr ser kevîn nemîne jî em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin. Em ê her tim li pişt soza xwe bin. Em 7 sal in ji bo vê yekê têdikoşîn." 
 
'Bernameyên wisa zêde bikin'
 
Aysel Peylîvan jî wek temaşevan tevlî bernameyan bû û wiha hest û ramanên xwe anî ziman: "Ez gelek pê bi bandor bûm. Ez dixwazim berdewamiya vê bê. Zimanê me rûmeta me ye. Em bi wan bernameyan gelekî kêyfxweş dibin. Em dev jî zimanê xwe bernadin. Divê her kes bi zimanê xwe biaxife."
 
Gulşah Kolakan jî da zanîn ku hebûna jinan a di bernameyan de gelek xweş bû û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Tevlîbûna jinan a bi zimanê xwe ya dayikê girîng bû. Ez pir bi heyecan bûm û tiştek gelek xweş bû. Dirûşma me ya ‘Jin jiyan azadî’ heye û ev yek gelek xweş e. Me şaredariyên xwe bi dest xist û dê gelek tiştên xwişktir bên kirin. Ez hêvî dikim ku bernameyên bi vî rengî bên zêdekirin."
 
'JINMA'yê pîroz dikim'
 
Nedret Papatya, destnîşan kir ku di bernameyên ku hatî lidaxistin de gelekî kêyfxweşbûne û got: "Zaroka min jî li Ma Musicê perwerde dibe. Ji ber vê jî ez gelek pê kêyfxweş im. Me hemû bernameyan şopand. Her wiha JINMA'yê jî pîroz dikim." 
 
Bernameya ku di 1'ê Hezîranê de dest pê kir dê di 12'yê Hezîranê de bi konsera Koma Ma ya ku li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoç bê lidarxistin bi dawî bibe.