Pirtûka ‘Komxebata li Girtîgehê Jin’: Me dît ku berxwedan çi ye

  • 09:02 10 Hezîran 2024
  • Çand û Huner
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Yek ji nivîskar û edîtora pirtûka ‘Komxebata li Girtîghê Jin’ rojnameger Esra Çîftçî  wiha got: “Me çîrokên hevalên xwe yên mêr jî guhdar kirin lê li wir  jinan jî li ber xwe dan. Nivîs ji aliyê jinên li girtîgehan li ber xwe dane ve hatine nivîsin. Dinivîsan de tê dîtin ku berxwedan çi ye.”
 
Tiştên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine jiyîn ku parçeyek rastiya Tirkiyeyê ne, derdikevin holê û destur nayê dayîn ku bên windakirin. Vê carê rastiya girtîgehê bi çavên jinan hat vegotin. Dîroka jinan a girtîgehan a nehatibû vegotin, hat vegotin. Ji aliyê jinan ve pirtûka ‘Komxebata li girtîgehê jin’ hat amadekirin. Tevgera jinên Azad (TJA) di 2022’an de komxebata ‘Li girtîgehê jin’ pêk anî û piştî vê pirtûk hat amadekirin.  Pirtûk ji çîrokên 33 jinên şahidiya rastiya girtîgehan kirine pêk tê. Yek ji nivîskar û edîtora pirtûkê Esra Çîftçî der barê pirtûkê de axivî.
 
Jinan girtîgeh vegotin
 
Esrayê da zanîn ku di komxebata TJA’yê ya 2022’an de pêşniyara pirtûkê derketiye holê û jinên tevli komxebatê bûne û jinên girtî nivîsên xwe şandin û pirtûk wisa hat amade kirin. Esrayê wiha domand: “Em hemû şhidên girtîgehane. Me her tim ji mêran guhdar kir. Jin jî girtibûn lê çîrokên jinan zêde di pirtûkan de di rayagiştî de nehatin dîtin. Wekê ku girtîgeh li gorî mêran hatine çêkirin hatin nîşandan. Di alî jinan de pisgirêk hîn bêtir mezin bûn. Me xwest em vê nîşan bidin.”
 
Yên tevli komxebatê bûn îro girtî ne
 
Esrayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku  demek berê pirtûk derxistine û eleqeya ji bo lansmana nasandina pirtûkê pir zêde bûye. Esrayê wiha dirêjî dayê: “Me ji hevalên girtî wê demê nivîs xwestibûn. Gultan Kişanak jî ji bo pirtûkê li girtîgehê nivîs dinivîsî. Me ji bo lansmanê ji hevalên girtî peyam xwest. Gultan Kişanak jî peyam şand. Lê tiştekî wisa xweş çêbû, peyama xwe bi xwe xwend. Mînak Nesrîn Akbul wê demê bi awayeki fîzîkî tevli komxebatê bû, axaftin kir. lê îro ew jî girtîgehê name dinivîse. Xebatên me yên wisa wê bidomin.”
 
Li girtîgehan pirsgirêkên sereke
 
Esrayê balkişand ser pirsgirêkên li girtîgehan û wiha domand: “Yek ji pirsgirêka herî girîng ya li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş e. Girtiyên nexweş nikarin hewcedariyên xwe bînin cih. ATK raporên dikare girtî bimîne dide û girtiyan terkî mirinê dikin. Bi pêkanînên kêfî  girtiyên 30 sale girtîne bernadin. Divê li dijî vê hestiyarî bê avakirin. Em bi vê pirtûkê nikarin pisgirêkên sedsalî vebêjin. Me xwest em piştgiriyê bidin. 
Me xwest em pirsgirêkên girtiyên jin vebêjin.”
 
Di nivîsan de em dibînin ku berxwedan çi ye’
 
Esrayê wiha got: “Girtina hatiye jiyîn tu carê wek trajedî an jî poşmanî nayê dîtin. Gultan Kişanak gotibû ‘Ew deriyan li ser me digirin lê em tu carê wan deriyan girtî nabînin’.Li girtîgehan jî jiyanek heye. Behsa piştevaniyek mezin tê kirin. Di nivîsan de berxwedana tê dayîn tê dîtin.”