Ji bo avakirina Sînemaya Amûdê kampanya

  • 09:46 1 Hezîran 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bîranîna bi sedan zarokên kurd ên ku dema li Sînemaya Şehrazad a li bajarê Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li fîlm temaşe dikirin hatin qetilkirin zindî bê hiştin, wê sînema weke navendeke çandî ya dewlemend ji nû ve were avakirin.
 
Ji bo ji nû ve avakirina Sînema Şehrazad bi hevkariya Associazione Ya Basta Bologna, UIKI Onlus, ETS û Un Ponte û Arci Hanno ku li Îtalyayê li dijî polîtîkayên îstîsmarê ya kapîtalîst xebat dimeşînin, kampanyayek hat destpêkirin.
 
Di encama kampanyaya ku ligel Komuna Sînemaya Rojava hatiye destpêkirin de, sînemaya Şehrazad a li Amûdê wê weke navenda çand û hunerê ya dewlemend û salona sînemayê ji nû ve bê vekirin. Ji bo ji nû ve avakirina sînemayê jî bi rêya navnîşana produizonidalbasso.com li ser înternetê kampanya alîkariyê hate destpêkirin.
 
Bi alîkariyên ku bên berhevkirin wê hem salona sînemayê ya ku di 13’yê Mijdara 1960’an de ji aliyê alîgirên rejîma Baas’ê ve hat şewitandin û di encamê de 282 zarokên kurd hatin qetilkirin bê avakirin û hem jî wê bîranînên wan bi vê xebatê zindî bê hiştin.
 
Şewata sînemaya Şehrazad a li Amûdê, yek ji wan komkujiyan e ku di bîra civaka kurd de birîneke kûr vedaye. Di 13'yê Mijdara 1960'î de alîgirên rejîma Baas’ê bi sedan xwendekarên kurd ên ji Amûdê ji bo temaşekirina fîlma "Reşa nîvê şevê” birin sînema Şehrazad. Di dema nîşandana fîlm de li salona sînemayê şewat derket. Di encama şewata gumanbar de 282 zarokên kurd ên temenê wan di navbera 8-14 salî de ku li salona sînemayê bûn jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya Sînemayê Amûdê (Şehrazad) ku beriya 64 salan li Rojava pêk hat, mîna komkujiyên din ên li dijî gelê kurd hatine kirin, ti carî nehatiye jibîrkirin.
 
Xebatkarên kampanyayê ji ajansa ANF'ê re axivîn û gotin: "Ji  nû ve avakirina sînemaya Amûdê tê wateya tevkariyê li avakirina bîra kolektîf a gel û çandên ku li bajar û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, di heman demê de ji bo zindî hiştina bîranîna gelek zarokên ku di 13'ê Mijdara 1960'an de hatine qetilkirin e."
 
Navnîşana piştevaniya kampanyayê; 
 
 
Malpera saziya organîzatorê