Zarokan qursa muzîk û zimanê kurdî qedandin

  • 09:43 1 Hezîran 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê nêzî 6 mehan qursa bi ziman û muzîka kurdî dewam kir. 60 zarokên ku di qursê de perwerde dîtin, bi merasîmekê beşdarnameyên xwe wergirtin.
 
Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Zelal a Aûrîch ve, nêzî 6 mehan qursa bi ziman û muzîka kurdî dewam kir. 60 zarok beşdarî qursê bûn. Du qursên ku 24’ê Kanûnê dest pê kirin de, 44 kesan perwerdeya bi zimanê kurdî û 16 kesan jî di warê muzîka kurdî de perwerde dîtin.
 
Merasîma mezûniyetê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aûrîch a li nêzî Oldenbûrgê, hate lidarxistin. Malbatên zarokên ku beşdarî qursan bûne jî tevlî merasîmê bûn.
 
Piştî axaftinê, xwendekaran beşdarnameyên xwe wergirtin. Xwendekarên ku perwerdeya muzîka kurdî dîtine, di tevahiya qursê de stranên ku fêr bûne bi malbatên xwe re gotin.