‘Girtî siyaseta aştiyê xêz dikin’

  • 10:05 30 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
Elfazî Toral
 
İSTANBUL –Berdevka Meclisa Jinan a Stenbolê ya DEM Partiyê Aygul Sîncar têkildarî pêşangeha wêneyan a girtiyên jin ku ji wêneyên wan ên li girtîgehê hatine xêzkirin pêk têû li avahiya BEKSAV'ê ya Kadikoyê bi dirûşma "Berxwedana me dest bi dest e" de got, "Ji bo ku em têkoşîna girtiyan bi bîr bixin me ev pêşangeh vekir." 
 
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li avahiya BEKSAV a Kadikoyê bi dirûşma “Berxwedana me dest bi dest e” pêşangeha wêneyan a ji wêneyên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kocaeliyê tên girtin û bi rêya  Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD)  ji derve re hatine şandin pêk tê hat vekirin. Pêşangeha ku li baxçeyê Wekqfa Lêkolînên Zanist, Perwerde û Çandê (BEKSAV) hat pêşandan Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan jî di nav de gelek kes bi eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê dan. Pêşangeha wêneyan dê îro jî saet di navbera 12 û 8'an de li avahiya BEKSAV'ê  bidome.
 
Berdevka Meclisa Jinan a Stenbolê ya DEM Partiyê Aygul Sîncar,ku yek ji organîzatorên pêşangeha wêneyan e, der barê pêşangehê de nirxandin kir.
'Di hemû wêneyan de jiyanek heye'
 
Aygulê, anî ziman ku li ser daxwaza girtiyên jin ên siyasetmedar biryar dane ku pêşangehekê li dar bixin û diyar kir ku wan li Girtîgeha Kandirayê 18 tablo bi rêya parêzeran kirîne. Aygulê, anî ziman ku her tablo ruhê jinên dîlgirtî nîşan dide û got, “Di van hemû tabloyan de jiyanek, xwezayek heye. Di nava çar dîwaran de têkoşîna hevalên jin heye. Di van wêneyan de em dibînin ku ew pir bi hêz in. Hevalên me yên dîlgirtî ji hewaya derve û derve ne dûr in.  Hevalên me jî bi qasî me pêvajoyê dişopînin. Moralê wan pir xurt e û hevalên me yên jin helwesteke pir xurt nîşan didin."
 
'Girtî siyaseta aştiyê xêz dikin'
 
Aygulê, anî ziman ku her yek ji jinên girtî siyaseteke adilane dimeşîne û wiha got: “Hevalên me dozeke mafdar dimeşînin û hevalên me yên jin hem li hundir hem jî li derve bi heman moralê vê têkoşînê didomînin.  Li girtîgehan jiyana xwe dimeşînin û berxwedana jinên têkoşer weke ronahiya jiyanê li girtîgehê dewam dike. Çi li hundir çi jî di nav çar dîwaran de siyaseta aştiyê xêz dikin. Heval bi tu awayî moral û motîvasyona xwe sist nakin. Dibêjin 'Em li ku bin bila bibin, her der ji bo me qada têkoşîn û berxwedanê ye'."
 
'Divê em girtiyan bi bîr bixin'
Aygulê, anî ziman ku ew ê li derve têkoşîna xwe berfireh bikin û wiha dewam kir: “Weke jinên li derve divê em piştgiriya pêwîst bidin hevalên xwe yên li girtîgehê. Divê em herin girtîgehê, serdana hevalan bikin, nameyan binivîsin. Divê em wan bi bîr bixin.  Divê em  hêzê bidin wan û em ê têbikoşin ku hêza xwe li têkoşîna wan zêde bikin. Me îro ev pêşangeh vekir da ku jinên dîlgirtî zêdetir bidin xuyakirin.  Ev pêşangeh dê sibê jî berdewam bike.  Pêşangeha me 30'ê Gulanê îro saet di navbera 12:00 û 20:00 de dê vekirî be. Divê em dengê hevalên xwe yên girtî bidin bihîstin û li derve têkoşînê mezin bikin.”