Weşanxaneyên kurd: Divê seknek me ya polîtîk hebe

  • 09:03 27 Gulan 2024
  • Çand û Huner
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Nivîskar û weşanxaneyên ku beşdarî Yekemîn Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê bûn, balkişandin ser êrîşên li ser çand û wêjeya Kurd. Edîtora Weşanxaneya Belkî Asya Genim wiha got: “Ziman û weşan peywirek civakî ye. Ji ber vê jî pêşketina civakî bandor li huner û wêjeyê jî dike. Em kesên ku xebatên çand, ziman û wêjeyê dimeşînin divê xwedî seknek polîtîk bin jî.”
 
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê û Baroya Mêrdînê di navbrea 17-19’ê Gulanê de Yekemîn Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê pêk hat. Mîhrîcana ku Baroya Mêrdînê malovahiya wê kir, 24 weşanxaneyên Kurd û 62 nivîskarên Kurd beşdar bûn. Mîhrîcana ku sê rojan berdewam kir ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît. Weşanxane û nivîskarên tevli mîhrîcanê bûn, mîhrîcan nirxandin û balkişandin ser zextên li ser Kurdî.
 
‘Divê mîhrîcan li hemû bajaran pêk bê’
 
Nivîskar Fatêxan Taşli Tunç ji bo hemû kesên ku keda wan di mîhrîcanê de derbas bûye spasiyên xwe kir û got eleqeyek mezin nîşanê mîhrîcanê hatiye dayîn. Fatêxanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêviya me ev e ku mîhrîcan tenê bi Mêrdînê sînor nemîne û li hemû bajarên Kurdan belav bibe. Eleqeyek pir meizn hebû. Aliyê herî xweş ê mîhrîcanê ev bû ku hemû ji weşanxaneyên Kurd pêk dihatin. Ev ji bo me serkeftinek mezin e.”
 
‘Ev piştevanî wê wêje û zimanê Kurdî hîn bêtir pêş bixîne’
 
Nivîskar Roza Metîna jî balkişand ser ziman û wêjeyê û anî ziman ku civak bi ziman û wêjeya xwe serkeftinê bidest dixe. Rozayê balkişand ser girîngiya weşanxaneyên ku ji Kurdî û wêjeyê re xizmetê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo me hatina gel hev a nivîskarên Kurd û ji ber pirtûkên Kurdî digihêjin ber destê xwendevanan, gelek girîng e. Ji ber vê ev rojek pir taybat e. Li Mêrdînê hatina gel hev a weşanxaneyên Kurd û nivîskaran, di alî piştevanî û tifaqa di navbera nivîskar û weşanxaneyên Kurd de mînakek girîng e. Ev piştevaniya di navbera Kurdan de wê zêdetir ziman û wêjeya Kurd pêş bixîne. Li vir atmosferek pir xweş em pêşwazî kirin. Li hember pirtûkên Kurdî eleqeyek mezin hebû. Ev jî hêzê hem dide nivîskarên Kurd hem jî weşanxaneyan. Ez jî ji ber bûm şahidê vê astmosfera xweş, pir kêfxweş im. Bi zêdebûna rojên wisa re wê bandora ziman û wêjeya Kurd jî li ser civakê zêde bibe. Bi vê wesîleyê em dixwazin ziman û wêjeya Kurdî hîn zêdetir pêş bikeve.”
 
‘Mîhrîcan ji bo doza Kobanê jî bersiv e’
 
Rozayê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser zextên desthilatdariyê yên li ser ziman, çand û wêjeya Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê wê 20 hezar mamoste bên tayînkirin lê ji van 6 heb yên Kurmancî û 4 jî Zazakî ne. Bi tevahî wê 10 mamosteyên Kurdî bin. Ev jî nîjadperestiya li hember Kurdî nîşan dide. Berê jî ji aliyê walîtiyê ve fuar pêk hatibû. Lê tenê cih dan weşanên Tirkî. Di vir de newekheviyek mezin heye. Li hember nasnameya Kurd êrîşek raste rast heye. Êrîşa li hember ziman û wêjeya Kurdî di heman demê de li hember nasnameya Kurd e. Mîhrîcana li vir pêk hatiye li dijî nîjadperestî û newekheviyê bersivek mezin e. Bersiveke li dijî cezayên li siyasetmedar û wêjekarên Kurd hatiye birînê ye. Di doza Kobanê de ceza li nivîskaran jî hat birîn. Dîsa bersiveke li dijî cezayên li siyasetmedarên ku ji doza Kobanê hatiye birînê ye. Em banga xwedîderketina li ziman, wêje û çandê li Kurdan dikin. Encax bi vî awayî em dikarin hewldanan vala derxînin.”
 
'Ev mîhrîcan ji bo bajarên Kurdistanê dikare bibe mînak'
 
Edîtora Weşanxaneya Belkî Asya Genîm kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna mîhrîcanê anî ziman û destnîşan kir ku Mêrdîn di mijara Kurdî de bajarekî bi hestiyar e û yek ji bajarên ku pir zêde Kurdî lê tê axaftinê ye. Asyayê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Tevlibûn û nêzîkatiya li hember mîhrîcanê gelek erênî bû. Bi zimanê xwe wendin û nivîsandin gelek girîng e. Ji ber vê jî divê xebatên ziman zêde bibin. Ev mîhrîcan ji bo hemû bajarên Kurdistanê dikare bibe mînak. Eleqeyek mezin heye. Ya girîng pêkanîna vê xebatê ye. Gelek mîhrîcan û fuarên pirtûkan tên kirin lê wateya vê mîhrîcanê hemû weşanxaneyên Kurd bûn. Ji ber vê jî em ji Baroya Mêrdînê ku malovaniya vê kiriye re spasiyên xwe dikin.”
 
‘Divê sekna me ya polîtîk hebe’
 
Asyayê balkişand ser cezayên di Doza Kobanê de hatine dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li siyasetmedar û siyaseta Kurd neheqiyek mezin tê kirin. Ev ne biryarek hiqûqî ye. Em weşanxaneyên Kurd vê biryarê şermezar dikin. Ji ber em huner û wêjeyê ji siyasetê qut nagirin dest. Ziman û weşan peywirek civakî ye. Ji ber vê jî her pêşketina civakî bandor li huner û wêjeyê dike. Em kesên ku xebatên çand, ziman û wêjeyê dimeşînin divê xwedî seknek polîtîk bin jî. Bêalîbûn li rewşenbîran nayê.”