Kovara Jin bi berga ‘1000 hefte ye li heman cihî’ derket

  • 10:37 26 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 65’emîn a Kovara Jin bi berga “1000 hefte ye li heman cihî: Faîl diyar in, windakirî li ku ne” derket pêşberî xwendevanên xwe.
 
Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe, vê hefteyê hejmara 65’emîn a Kovara Jin bi berga “1000 hefte ye li heman cihî: Faîl diyar in, windakirî li ku ne” derket. Di hejmara vê hefteyê de kovarê di mijarên xwe de bal kişand ser têkoşîna Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe hezar hefte ye li ber xwe didin.
 
Nivîsên di vê hejmarê de cih girtin ev in:
 
* Çîrokeke dewletê nediyar hiştî: Hayrettîn Eren / Hevpeyvîna bi Îkbal Eren re – Bêrîtan Canozer
 
* Ji bavê min re name... / Gulbahar Alpsoy
 
* Ên li dijî ‘demborîn’ û demê li ber xwe didin / Esra Kiliç
 
* Lêgerîna edaletê ya dayika Emîneyê ya bloqên betonê parçe dike! / Ceylan Şahînlî
 
* We çi bi Dîlek Serîn a 3 salî kir? / Şukran Demîr
 
Hûn dikarin li ser navnîşana Jindergi.com bigihin hejmara 65’an.