Remziye Alparslan: Ziman nirxê herî girîng ê gel e

  • 09:03 15 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Hevsreoka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan der barê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got: “Bersiva herî mezin a li dijî pergala ku zimanê me tune dihesibîne înkar dike, wê mayîndekirina zimanê me be.”
 
Dewlet bi salan e li ser çand, nasname û zimanê Kurdî polîtîkayên înkar îmhayê dimeşîne. Zimanê kurdî tevî polîtîkayên asîmîlaysonê bi têkoşîna gelê Kurd didome. Di 1932’an de Celadet Alî Bedirxan kovara Hawar a Kurdî bi tîpên latînî  di 15’ê gulanê de derxist û ev roj her sal wek Cejna Zimane Kurdî tê pîrozkirin. Kovar bi 57 hejmarî ji 1932’an heta 1943’an hat weşandin.  Zimanê Kurdî gihand astek pêş. Her sal bi nêzîkbûna 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, gelê Kurd bi bernameyên cuda vê rojê pîroz dikin.
 
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan der barê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de nirxandin kir.
 
‘Zimanê Kurdî xwe naskirin û zanîne’
 
Remziyeyê girîngî û dîroka zimanê Kurdî bi bîrxist û wiha got: “Ji bo zimanê  Kurdî  yek kesên xwedî cihekî girîng Celadet Alî Bedirxan e. Ji zimanê Kurdî re pêşengî kiriye. Celadet Alî Bedirxan di her warî de girîngî daye zimanê Kurdî. Têkoşîna wî ya ji bo zimanê Kurdî hem pir girîng hem jî pir bi nirx e.  Gelek nivîskar û helbestkarên Kurd aniye gel hev. Di gotinek xwe de wiha dibêje ‘Divê alfabeya Kurdî hem bê belavkirin hem bê fêrkirin. Divê dîroka zimanê Kurdî bê fêrkirin ku  wate û girîngiya çi ye.’ Çawa nasnameya Kurd tune tê hesibandin zimanê Kurdî jî tê qedexekirin. Ji ber vê divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”
 
‘Bi polîtîkayên asîmîlasyonê zimanê me tune dihesibînin’
 
Remziyeyê destnîşan kir ku ji paşerojê heta niha li hember zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê berdewam kiriye û tevî hemû polîtîkayên înkarê yên dewletê gelê Kurd bi salene têdikoşin, şûnde gav navêtine. Remziyeyê wiha berdewam kir: “Dewlet dixwaze pêşî li têkoşîna zimanê Kurdî bigire. Nexwestin zimanê Kurdî bikeve mufredatê. Pergal mafê me yê herî xwezayî qedexe dike. Gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe perwerdê bibîne. Dixwazin pêşî li vî mafê me bigirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê di he qada jiyanê de tê jiyîn. Bi zimanekî ku li dibistanan ders pê neyê dayîn wê di nava demê de tune bibe.”
 
‘Ziman ji bo gel bi nirx e’
 
Remziyeyê destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze roj bi roj zimanê Kurdî tune bike û wiha bi lêv kir: “Me gelek mînakên vê dîtine. Stranên me, helbest, pirtûk û bernameyên me yên Kurdî qedexe dikin. Dewlet di her alî de tiştên aydê gelê Kurd bi sînor dike. Ligel vê jî her tiştê aydê gelê Kurd bi sînor dikin. Ziman nasnameya gelekî ye. Zimanê Kurdî nasname, çand û heqîqeta gelê Kurd e. Tişta me temsîl dike ye. Gel bi zimanê xwe heye. Ger bê înkarkirin wê çand û nasname jî tune bibe."
 
‘Bersiva me ya herî mezin mayîndekirina ziman e’
 
Remziyeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bersiva me ya herî mezin a ji bo pergalê mayîndekirina ziman û pêşxistin e. Divê her Kurd bi zarokên xwe re Kurdî biaxive. Divê gelê Kurd hemû derfetan baş binixîne. Divê em ziman, nasname û çanda xwe bidin jiyîn. Bersiva me li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê zelal e. Divê em xwedfî li zimanê xwe derkevin. Em di cejna zimanê Kurdî de hev tenê nehêlin. Ez 15’ê Gulanê li hemû gelê Kurd pîroz dikim.”