Li kolanên Sûrê vexwendina çalakiyên ji bo Cejna Ziman

  • 15:17 13 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
AMED - Li Sûrê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo gel vexwînin çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî xwestin belavokan belav bikin. Girse piştî astengkirina polîsan, bi devkî, gel vexwend çalakiyan. 
 
Li Amedê di pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) de partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Qada Şêx Saîd belavok belav bikin. Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, DESTAR, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komîsyona Çand û Hûnerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê tev li belavkirina belavokan bûn. Polîsên ku girseyê dorpêç kirine, nehiştin belavok werin belavkirin. Polîsan ji bo astengkirina belavokan jî gotinên girêdayî tecrîda li Îmraliyê wek hincet nîşan dan. 
 
Girseya bertek nîşanî astengkirinê dane, rewşê protesto kirin. Girseya ji dorpêça polîsan derketine, şêniyên bajar vexwendin çalakiyên pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî. Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû wiha got: “Dê li Komeleya Çandê ya Dîcleyê de bernameyek me hebe. Çalakiyên me dê bidomin.”  
 
Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli jî astengiyê wek bêtehamulî nirxand û wiha got: “Çalakiya me hate qedexekirin. Heke zimanê me qedexe be, gelê me jî qedexe ye. Armanca me azadiya zimanê gelê me ye. Em her derê veguherînin zimanê kurdî.” 
 
Girse piştî daxuyaniyê li kolanên Sûrê meş li dar xistin û bi devkî welatiyan vexwendin çalakiyên Cejna Ziman. Di meşê de stran hatin gotin û dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.