Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Gulanê dest pê kir

  • 22:03 11 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameya xwe ya ewil bi şano û dengbêjan da destpêkirin.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameya, bernameya 5 rojan ya amade kiribû îro da destpêkirin. Li Akademiya Hunerê ya li Artukluyê lîstika ‘Mîşk û Mirov’ hat lîstin. Gelek kes tevli bernameyê bûn.
 
Endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Ahmet Çelîk li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê  axivî û  balkişand ser girîngiya Cejna Zimanê Kurdî û girîngiya rojnameya Kurdistan ya Celadet Mîr Bedirxan derxistiye bibîr xist. Lîstika şanoyê ya hat lîstin jî eleqeyek mezin dît.
 
Şevbihêrk
 
Piştî lîstikê jî şevbihêrk pêk hat. Çîrokbêj Ayhan Erkmen, dengbêj Xalîde û def solo Îbrahîm Konaç derketin pêşberî temaşevanan.Bername bi stran û çîrokan bidawî bû.