Jinart huner hat vekirin

  • 16:28 11 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
ÎZMÎR - Jinart Huner li avahiya xwe ya li Basimaneyê hat vekirin. Vekirina saziyê diyarî Hozan Mizgîn a ku di 11'ê Gulana 1992'yan de jiyana xwe ji dest da hat kirin.
 
Jînart Huner ku dê li Îzmîrê xebatên Çand û Hunerê bimeşîne, hat vekirin. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokraisyê ya Gelan (DEM Partî) Burcugul Çubuk û Mahmut Dundar, Mor Solidarity, Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz  (OHD), gelek rêxistinên saziyên sivîl û walatiyan di vekirinê de  Jinar Hunerê de cih girtin. 
 
Di merasîma vekirinê de ji berxwedêra Nobeda Edaletê Hanîfe Gumuş axivî û diyar kir ku ew dixwazin îro bibe roja aştiyê û got, "Hêvîdar im zarokên me ji wan hucreyan bên derxisitn. Nexweşên me baş bibin û bi saxî ji girtîgehê derdikevin. Bila ev zilm bi dawî bibe. "
 
Piştre girse derbasî salona konserê ya li avahiyê bû. Beriya konserê ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyona jiyana Hozan Mizgîn vegot hat temaşekiirin. deqeyek rêzgirtinê destpê kir, sînevîzyona ji bo Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku vekirin diyarî wê hat kirin, hate nîşandan. Piştî sînevîzyonê ji bo kesên ku ked dane vekirina Jînart Hunerê plaket hatin dayîn.
 
Vekirin bi konsera Hozan Hogir bi dawî bû.