Ji bo tevlibûna çalakiyên zimanê Kurdî bang

  • 15:41 11 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
WAN - Ji bo beşdarî çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya ku ji aliyê 8 sazî û partiyên siyasî yên li Wanê ve tê lidarxistin, li navenda bajêr belavok hatin belavkirin.
 
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) , Platforma Ked û Demokrasiyê û Kovara Destar ji bo tevlibûna çalakiyên  15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, belavok belav kirin. Beriya belavkirina belavokan  nûnerên 8 saziyan li ber ARSÎSA'yê kom bûn. Ji mamosteyên ARSÎSA'yê Şevket Acar li vir axaftinek kurt kir û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û banga tevlîbûna çalakiyên ku ew ê li dar bixin kir.
 
Piştre 3 koman ku di nav de hevşaredar jî hebûn li navenda bajêr belavok belav kirin. Belavkirina belavoka ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.
 
Çalakiyên zimanê kurdî sibê dest pê dikin.
 
Li navçeya Miksê wê sibê bi girseyî li ser gora lêkolîner û nivîskarê zimanê kurdî Feqiyê Teyran çalakî bên destpêkirin.