Perwerdeya zarokên li ARSÎSA'yê bi dawî bû

  • 15:54 24 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
WAN - Zarokên li ARSÎSA'yê perwerdeya zimanê kurdî didîtin û perwerdeya wan serkeftî bi dawî bû di seyranê de hatin gel hev.  
 
Komeleya Lêkolîn, Huner û Çandê ya Wanê (ARSÎSA) zarokên ku 3 mehan ji bo kurdî perwerde da wan bi seyrana ku li dar xist perwerdeya wan bi dawî kir.  Di dema ku tîşortên tîpên kurdî li zarokan hatin diyarîkirin de zrokan pankarta li ser dirûşmên,  "Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin", "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me hebûna me ye" vekirin. Mamosteya Kurdî Nazê Bor, da zanîn ku xwendekar di nava van sê mehan de pir baş fêrî zimanê Kurdî bûne,banga tevlîbûna atolyeya zimanê Kurdî ya ku ji bo zarokan didin destpêkirin kir.
 
Banga kurdî hîn  bibin li zarokan hat kirin
 
Nazê diyar kir ku nêzî 3 meh in ji bo zarokan atolyeyên zimanê kurdî li dar dixin û got, “Ji bo zarokan me kedeke mezin da. Niha zarok hînî kurdî bûne. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo Kurd û Kurdistanê dewlemendî û rûmet e. Divê zarok werin atolyeyên zimanê kurdî da ku fêrî kurdî bibin.
 
Nazê piştî axaftina xwe tîşortên bi tîpên kurdî û navên zarokan li ser diyarî xwendekarên xwe kirin û serkeftin ji zarok û malbatên wan re xwest. Piştî diyariyan zarokan stranên Kurdî gotin û helbest xwendin. Piştî stranan seyran bi dawî bû.