Li Mexmûrê sala nû ya perwerdeyê dest pê kir

  • 11:46 24 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi awayek fermî dest bi perwerdeya sala nû ya 2023-2024’an kirin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) îro bi vebûna 5 pêşdibistanan û 7 dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî, her wiha bi amadebûna hezaran xwendekar û mamostayan serdema perwerdeya sala nû ya 2023-2024’an da destpêkirin.
 
Beriya ku xwendevan bikevin polên xwe, li her dibistanek wargehê sîrûda neteweyî hate xwendin. Piştî sîrûda neteweyî ya li Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan, li ser girîngiya perwerdeyê axaftina hat kirin.
 
Ji malmosteyan mamosta Beşîr Gabarî di axaftinên xwe de wiha behsa girîngiya perwerdeyê kir: “Hemû xwendevanên ku tên dibistanê, divê di wê astê û ferqê de bin ku ji xwe, malbata xwe û gelê xwe re dixwînin, ji ber wê jî hêviyên xwe yên pêşerojê xurt bikin. Hêviyên xwe yên ku em di dema pêş de Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin xurt bikin. Ji bo ku hûn bikaribin feydeyekê bidin vê şoreşê, divê hûn hêviyên xwe xurt bikin û hemû jî bizanibin têkoşîna me ji bo azadiya me û Rêber Apo ye. Eger em vê nekin armanc, em ê hem di jiyana xwe de û hem jî di xwendina xwe de lewaz bibin. Ev perwerde ji bo terbiye û exlaqê mirovane, eger terbiye û exlaqê me ne dirûst be, em ê di pêşerojê de nikaribin serê xwe di nava mirovan de bilind bikin. Em ji bo pêşerojê ji hemû mamoste û xwendevanan re serkeftinê dixwazin.”
 
Piştî axaftinê polên xwendevanan hatin diyarkirin û derbasî refên xwe bûn.