KASED dê salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike

  • 15:43 21 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KASED, bi minasebeta salvegera damezrandina xwe dê li baxçeyê Zarok Mayê konserekê li dar bixe. 
 
 Komeleya Çand, Huner, Wêje ya Jinan (KASED) a bi dirûşmeya "Ji bo her kesê huner" di 5'ê îlona 2021'ê de hat damezrandin. KASED bi boneye salvegera damezrandina xwe, dê sibê li Baxçeyê Zarok Mayê konserekê li dar bixe. KASED'ê li ser hesabên xwe yên medya ya dîjîtal gel vexwend konserê. 
Di konsera ku dê bêpere were lidarxistin de hunermend Şîlan Dora derbikeve ser dikê. Konser dê sibê saet 19.00'an de li baxçeyê Zarok Ma'yê ya li semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê were lidarxistin.