Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi Fransî hat weşandin

  • 11:32 20 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnivîska Gurbetellî Ersoz ku rojnamevan û yek ji pêşengên tevgera jinên kurd bû, bi navê "Min dilê xwe li çiyê neqişand" li Swîsreyê bi Fransî hate weşandin.
 
Rojnameger Gurbetellî Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû. Li pey xwe mîrateyeke girîng ji bo rojnamevaniya azad hişt. Şopdara heqîqetê Gurbetellî Ersoz, di 7’ê Cotmeha 1997’an de, bi komek hevalên xwe re li başûrê Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest da. Gurbetellî, bû pêşenga têkoşîna azadiya jinê. 
 
Rojnivîska "Min dilê xwe li çiyê neqişand" ku Gurbetellî Ersoz di navbera salên 1995-1997'an de nivîsand, li Swîsreyê bi zimanê Fransî hate weşandin. Pirtûk ji weşanên “Les Éditions d’En Bas” hate çapkirin û li gelek pirtûkfiroşan tê firotin.  Çalakiya danasîna pirtûkê wê 29'ê Îlonê li bajarê Lozan ê Swîsreyê li Le Pavîllonê saet di 18:00 de pêk were.