Komeleya Birca Belek: Kurd perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin

  • 14:34 11 Îlon 2023
  • Çand û Huner
 
ŞIRNEX - Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê ku li dijî qedexeya Zimanê Kurdî daxuyanî da, diyar kir ku di sedsala 21’emîn de bi mîlyonan zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in  û doza perwerdeya bi zimanê xwe dikin.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Komeleya Birca Belek a Ziman û Çandê têkildarî destpêkirina serdema  perwerdehiyê ya sala 2023-2024’an daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên rêxistinên Partiya Çepên Kesk, DBP, HDP, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “ Zimanê me rûmeta me ye, em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin, çand û zimanê me giyana me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên “ Divê kurdî bibe zimanê fermî” hatin rakirin.
 
'Zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in'
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komeleya Birca Belek Cahît Akil ve hate xwendin. Cahît diyar kir ku zarokên kurd îsal jî ji zimanê xwe bêpar dest bi serdema perwerdehiyê ya nû dikin û wiha got: “Li Tirkiyeyê serdema perwerdeyê ya 2023-2024'an dest pê dike. Destpêkirina vê serdema perwerdeyê ji bo zarokên Kurdan jî derbasdare.Li gorî xala 42’yemîn a zagona bingehîn a Tirkiyeyê,li dibistanên dewletê ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanê dayikê perwerde nikare were dayîn. Ev jî tê wê wateyê ku mîna sedsalên borî yên Komara Tirkiyeyè dîsa li ser bi mîlyonan zarokên kurdan perwerdehiya bi zimanê tirkî were ferzkirin û zarokên kurdan dîsa ji Mafê perwerdehiya zimanê dayikê bêpar bê hiştin. Bi vî şêwazî bi mîlyonan zarokên kurd ji zimanê xwe û çanda xwe bên dûrkirin. “
 
'Kur daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe dikin'
 
Cahît bi lêv kir ku gelê Kurd bi salane daxwaza bi zimanê dayikê perwerdehiyê dike û got: “Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha bi vê helwest û nêzikatiya pişaftin, inkarkirin û tune hesibandinê re rû bi rû maye. Daxwaza gelê kurd daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê ye. Ev daxwazeke însanî ye. Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn jibo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê kurd jî derbasdar be.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “ Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.