‘Li ku derê zarok hebin em ê li vir bin'

  • 09:01 3 Kanûn 2021
  • Çand û Huner
 
Sema Çaglak 
 
AMED - Komeleya Çand û Huner a Dîcle û MED-DER, bi hevkarî li gund, tax û navçeyên Amedê ji bo zarokan bi zimanê kurdî kargehên cuda organîze dikin. Malbatên ku bi zarokên xwe re tevlî kargehan dibin çend dûr bisekînin jî meraq dikin û piştî demekî tevlî kargehan dibin. Organîzatorên kargehan gotin: "Eleqeya malbatan xebatên me bi hêz dike û her wiha li ku derê zarok hebin em ê jî li vir bin." 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), ev demek dirêj e ji bo balê bikşînin li ser zimanê zikmakî li gund, tax, navçeyên Amedê ji bo zarokan kargehên cuda organîze dikin. Bi zarokan re dicivîn, wêne xêzdikin, stran dibêjin, alfebeya kurdî hîn dibin û lîstîkên cuda dilêyizîn. Derbarê xebatan de mamoste û koordînatora Komeleya Çand û Hunera ya Dîcleyê Mizgîn Yildirim û mamosteya MED-DER'ê Seyhan Şaşmaz ji ajansa me re axivîn. 
 
'Bi xebatan dê hişmendiyeke nû ava bikin' 
 
Mizgîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên didin meşandin û got: "Proje û xebatên me ya ji bo zarokên li gund, navçe û bajêr didome. Em bi xebatan armanc dikin ku pêla bişaftinê kêm be jî bişkenin. Her wiha ji ber pandemiyê me navber dabû xebatên xwe. Lê piştî dest pê kirina rewşa asayî me xebatên xwe li cihê mayî domand. Em niha hewl didin ku xebatên xwe xurt bikin. Li ser vê esasî me bi hevkariya MED-DER’ê projeyek amade kir. Di çarçoveya projeyê de em zarokan re hatin cem hev, me kargehên cuda pêk anî û me bi zarokan re gelek çalakiyên cuda li dar xist. Em dixwazin bi wan xebatan hişmendiyek ava bikin. Bila zarok ji çand û hunera xwe haydar bin."
 
Bernameyên cihêreng tê orgnîzekirin 
 
Mizgîn, diyar kir ku xebatên kargehan bala zarokan dikişand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di xebatên kargehê de wêne xêzkirin, hînbûna rîtm û muzîk û fêrkirina ziman hene. Ligel wan xebatan bernameyên cuda jî ji bo zarokan tê organîzekirin. Bi rastî dema em bi zarokan re dicivîn gelek tiştên cuda derdikevin holê û em gelek tiştî ji zarokan hîn dibin. Ji ber ku nîgaşên wan û asoya wan berfireh e. Em jî para xwe ji coş û kelecana wan zarokan digirin, ev tişt kêyfa me jî xweş dike. Em bi rîtmên xwezayî rihê wan a xwezayî derdixin holê."
 
‘Li ku derê zarok hebin em ê li vir bin' 
 
Mizgîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser nêzikatiya malbatan: "Nêzîkatiya malbatan a li hemberî xebatên me erênî bû. Ev tişt nîşaneya hewcedariya xebatên bi vî rengî bû. Bi rastî me di kargehan de dît ku hewcedarî bi xebatên wisa hene. Mirov bi çand û hunera xwe jiyana xwe carek din bifirîne ev keyfxweşiyeke mezin e. Xebatên me hem ji hêla zarokan ve hem jî ji hêla malbatan tê ecibandin. Ji ber ku dema zarok bi çand û hunera mezin bibin dê bandorê pêşeroja civaka xwe jî bike. Ji ber vê sedemê jî em daxwaz dikin bêtir malbat berê zarokan bidin sazî û kargehên me. Li ku derê zarok hebin em ê li vir bin. Wê di pêşerojê de jî em ê xebatên xwe yên ji bo zarokan berfirehtir bikin.”
 
'Ligel çand û huner hînê ziman jî dibin' 
 
Mamoste Seyhan jî di axaftina xwe de ser perwerdeya ziman rawestiya û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Me li 4 navçeyên Amedê dest bi xebatan kir. Di dawiyê de jî li çar taxên Amedê xebatên me dom kir. Li du taxên Sûrê û li du taxên Peyasê xebatên me pêk hat. Bêguman ev çalakî û xebatên kargehê ji bo zarokan xwedî rolekê girîng e. Em vê xebatê bi hevkariya komeleya çandê re birêve dibin. Em çend ser çand û hunerê rawestin jî em li ser xwedin û nivîsandina bi kurdî jî radiwestin. Di xebatên me de em alfebeya kurdî hinê zarokan dikin."
 
‘Eleqeya malbatan ji bo me girîng e'
 
Seyhan, daxuyand ku perwerdeya bi zimanê kurdî bala malbatan jî dikişîne û got: "Di van xebatan de bi gelemperî malbat bi zarokên xwe re tên cem me. Zarokên xwe temaşe dikin. Malbat bi keyfxweşî zarokên xwe temaşe dikin û em jî pê dilşad dibin. Çiqas dûr bisekinin jî piştî demekî tevlî van çalakiyan dibin. Hem bala wan dikişîne û hem jî meraq dikin. Ji bo malbatan bi zimanê kurdî xebatên çand û hunerê kêfxweşiyek e mezin e. Ji ber ku zarokên wan di dibistanan de bi zimanek din perwerdê dibin û ji kurdî dûr dikevin. Xebatên bi vî rengî ji bo malbat û zarokan girîng e." 
 
Seyhan, da zanîn ku ji ber ji ber demsala zivistanê car caran navber didin xebatên xwe, ji ber ku gelek xebatên kargehê li derve dikin. Seyhan di dawiyê de da zanîn ku ji bo zarokan jî diyariyên wek pênûs û seta perwerdê ya zimanê kurdî didin.