Welatî ji vekirina pêşengeha pirtûkan a Silêmaniyê keyfxweşbûn

  • 16:30 28 Mijdar 2021
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 3'yemîn Pêşengeha Pirtûkan a Navdewletê li Silêmaniyê di navbera 18 û 27'ê mijdarê de hatibû vekirin duh bi dawî bû. Jinên ku beşdarî pêşengehê bûn berhemên ku pêşengehê de hatî nîşandan serketî nixandin. 
 
Li bajarê Silêmanî ya Herêma Federal a Kurdistanê  3'yem Pêşangeha Navdewletî ya Pirtukan ku di 18'ê mijdarê vê hat vekirin heta 27’ê mijdarê berdewam kir. Ji 15 welatên cuda bi giştî zêdeyî 200 navendên çapê û pirtûk firoşên navxweyî û derve beşdarî pêşengehê bûn. Di pêşangehê de ji 4 milyonan zêdetir pirtûk ku ji wan 380 navnîşanên bi zimanê kurdî, erebî, îngilizî, fransî û tirkî têde hebû cîh girtin. Rojane bi sedan xwendevanan serdana pêşangehê kirin. Di roja dawî ya pêşangehê de bi daxuyaniyeke çapameniyê rêxistina pêşangehê dan diyarkirin ku ji sedan 90’ê hemwelatiyan bi vekirina pêşangehê keyfxweşbûne
 
Lence Selam a 25 salî ku herî zêde ji xwedina romanan hez dike û serdana pêşangehê kirî dibêje: “Pêşangeh di asta çaverêkirina firoşvanan û serdana pêşangehê deye. Pirtukxwendina ciwanan gelek girîng e. Pirtukxwendin beşek ji jiyan û alîkariya pêşketina aliyê rewşenbîrî ye.”
  
Lave Selam jî bilêv kir ku pêşangeh heskirina xwendinê zêde dike û domand: “Bi taybet niha piraniya hemwelatiyan bi torên civakî û telefonan ve mijul dibin. Bi rêya geranê mirov dikare pirtuka ku dixwaze bi dest bixe dikare li vêderê bi hêsanî bibîne. Birastî jî xwendina pirtukan hestek cûda ye.”
 
Di pêşangehê de çend cûrên cuda heye, ji vana çend rêxistin pirtûkan di bexşinin  û ji bo alîkariya zarokan kom dikin yek ji wan jî pirojeya bi navê "Bexşîna Pirtukane" ku di dawiya sala 2020’an de hatiye damezrandin di vê projeyê de hem pirtuk tên bexşkirin hem jî pirtukan werdigrin. Di nava van 10 rojan de 20 pirtuk hatine bexşin û di roja dawî ya pêşangehê de jî 70 pirtuk hatine bexşîn.
 
Reyan Îskender a xwendevana zanîngehê û endama projeya Bexşîna Pirtukan got: “Li gelek bajar û bajarokan navendên me hene, ji bo kesên ku nikarin pirtukan bi kirin em li gel wan dibin alîkar, dikarin ew pirtukên ku xwendine carek din bi zivirînin an jî li gel xwe bihêle. Yên ku bixwazin alîkariya kesên ku dixwazin pirtukan bixwînin bikin dikarin pirtukê xwe bînin navnîşanên me em dikarin bigihînin pirtûkhezan.” (JINHA)